Jinên Rojava ji Îmraliyê re name şandin 2025-09-18 19:05:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên 6 bajarên kantona Cizîrê peyam ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin. Di peyaman de jinan hest û hêviyên xwe parve kirin û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şertekî sereke yê azadiya jinan û gelan e û got: "Felsefeya Rêbertî bingeha avakirina civaka demokratîk."   Di çarçoveya pêngava "Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de, Kongra Star rêze çalakî li bajarên Hesekê Til Temir, Dirbêsiyê, Til Birak, Hol û Şedadê li dar xistin. Di çalakiyan de nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin.   Girêdayî wê jinan hest û hêviyên xwe anîn ziman û teqezî bi şopandina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da.   Jinan diyar kirin ku divê azadiya Abdullah Ocalan pêk bê û nameyên nivîsandibûn şandin Îmraliyê.