Rojnamevan Jina Modarres Gorji hate berdan 2025-09-22 18:07:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mafên jinan û rojnamevan Jina Modarres Gorji ji Girtîgeha Sine hat berdan.   Jina Modarres Gorji ya çalakvana mafên jinan û rojnamevan e ji Girtîgeha Sine hat berdan. Rojnamevan Jina Modarres Gorji di destpêkê de ji aliyê Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi 21 sal cezayê girtîgehê û sirgûnkirina Hemedanê hat cezakirin.   Ji aliyê din ve, tê zanîn ku Jina Modarres Gorji di salên borî de gelek caran hatiye girtin û rastî pêvajoyên dadwerî hatiye.