Cemile Çiftçi li Wanê hat bîranîn 2025-09-22 20:20:10   WAN - Endama YJA-Starê Cemile Çiftçi di salvegera 4’emîn a mirina xwe de li Wanê hat bîranîn.   Li taxa Yaliyê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, ji bo endama YJA-Starê Cemile Çiftçi (Amara Rojbîn) ku di 22’ê Îlona 2021’an de li Cudîyê koça dawî kir, bîranînek hat lidarxistin. Beşdarên bîranînê Komeleya Piştgirî û Alîkariyê bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariyê bi Malbatên Girtî û Mehkûman re (TUHAY-DER) û Dayikên Aştiyê bûn. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Ciwanan a DEM Partî, Hevseroka Parêzgehê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî ) Gulşen Kurt, Hevserokê Bajêr ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Cemal Demir, Gulderen Varli û Mahmut Dindar û gelek welatiyên din beşdarî bîranînê bûn.   Piştî xwendina Mewlûdê, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Di deqeya bêdengiyê de sirûda "Çerxa şoreşê" hate gotin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmeya "Şehîd Namirin" hate gotin.   Hevserokê MEBYA-DER Yusuf Dundar di bîranînê de axivî û got, "Em her tiştî deyndarê şehîdên xwe ne. Eger ew nebûna, em îro li vir nedibûn. Em hemû dibînin ku her kes ji bo aştiyê destê xwe dirêjî Rêber dike. Ev bi saya hewildanên şehîdan e. Ev encama hewildanên Rojbîn û hevalên wê ye. Heta ku em bijîn, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî dilsozê rêya Şehîd Rojbîn bimînin û em ê li ser şopa wê bimeşin. Soza me ji şehîdên me re ew e ku em xeyalên wan pêk bînin. Eger şehîdên me nebûna, îro cîhan me nas nedikir. Çi dibe bila bibe, em ê heta dawiyê rêya şehîdên xwe bişopînin. Şehîd Namirin."   Di dawiyê de, dayika Cemile Çiftçi, Devlethan Çiftçi axivî. Çiftçi got, "Sersaxiyê ji Rêber û hevalên wî re dixwazim. Ew ne tenê şehîda min e, ew şehîda me hemûyan e. Ne tenê Amara min, Amaraya herkesi ye. Şehîd Namirin."   Piştî axaftinan, vîdyoyek hate nîşandan.   Bîranîn bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.