Kursên tamîrkirina klîma, kombî û mobîlyayan ji nû ve dest pê dikin 2025-09-25 12:27:54   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwazên jinan, perwerdehiyên ji bo parastina klîmayê, tamîrkirina kombî û petekan, her wiha sazkirin û tamîrkirina mobîlyayan ji nû ve dide destpêkirin.   Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo jin di jiyana xwe ya rojane de serbixwe bibin û di qada pîşeyî de xurtir bibin, kursên xwe yên ku piştgiriyê didin wekheviya zayendî didomîne.   Serlêdan heta 2'ê Cotmehê ne   Li ser daxwazên jinan, kursên tamîrkirina klîma, kombî û petekan û sazkirin û tamîrkirina mobîlyayan ji nû ve hatin vekirin. Kesên ku bixwazin beşdarî kursan bibin, dikarin di navbera 25'ê Îlonê û 2'ê Cotmehê de qeydên xwe çêbikin. Ji bo perwerdehiyên ku kontenjanên wan bi sînor in, serlêdan; dê bi rêya navendên jinan ên Qûçka, Koşuyolu, Lalebey, Yenîkoy û Ben û Sen û her wiha bi rêya Navenda Piştevanî ya DÎKASUM'ê bên kirin.   Kesên ku dixwazin derbarê serlêdanan de agahiyên berfireh bistînin, dikarin bi rêya hejmara 0412 228 43 84 agahiyan bistînin.