Li Sinûnê Baxçeyê Şehîd Selah hat vekirin 2025-10-18 11:25:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser a Şengalê ve, Baxçeyê Şehîd Selah hate vekirin. Cara yekemîne li bajarokê Sinûnê ji bo mezin û zarokan baxçeyek wisa tê vekirin.   Ji aliyê Şaredariya Gel a Şengalê ya bajarokê Sinûnê ve baxçeyek giştî ku cihek taybet ji bo lîstikên zarokan jî di nav de heye, hate çêkirin. Baxçe, bi amadebûna xelkê Sinûnê tevî endamên sazî û rêxistinên Şengalê hate vekirin.   Baxçeya ku bi navê zarokê şehîd, Selah Nasir yê ku di encama êrişa dewleta Tirk a li ser Meclisa Sinûnê de şehîd bûbû hatiye vekirin, ev dibe yekemîn car ku baxçeyek bi vî awayî tê vekirin.   Di merasîma vekirina baxçe de, li ser navê Şaredariya Gel a Şengalê Xwedêda Eliyas axivî û got: “Me ev baxçe bi navê Şehîd Selah vekir ku di encama êrişa xiyanetkaran de şehîd bû, daku em bidin diyarkirin emê tu carî şehîdên xwe ji bîr nekin û wê bibin sembol di nava me de. Piştî kedeke mezin hatiye dayîn îro zarokên me bi vî baxçeyê şad bûn, ev cihê kêfxweşiyê ye ji bo me. Em daxwaz ji hemû xelkê xwe û zarokan jî dikin, li baxçê xwedî derkevin ji ber ku ev baxçe ji bo wan hatiye vekirin."   Hevseroka Şaredariya Gel a Sinûnê Xaliya Şengalî jî da zanîn ku ew bi qasî salekê bi baxçe re mijûl bûne û bi derfetên kêm, wan ev baxçe vekiriye û got: “Ev baxçe ne tenê ji bo zarokane lê belê baxçeyek giştî ye, cihê lîstikên zarokan jî di nav de heye.’’   Piştî axaftinan şîrînî hatin belavkirin û Navenda Çand û Huner a Şengalê stran ji bo zarokan gotin.