ÎHD: Divê doza Rojîn Kabaîş bi bandor bê lêkolînkirin 2025-10-20 13:29:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî geşedanên dawî yên di dosyeya mirina bigûman a Rojîn Kabaîşê de ÎHD li Wan, Riha û Îzmîrê daxuyanî da û xwest hemû dozên mirina jinan, bi taybetî doza Rojîn Kabaîş tavilê û bi bandor were lêkolînkirin.   Komîsyona Jinan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li Wan, Riha û Îzmîrê ji bo Rojîn Kabaîş, civîna çapemeniyê li dar xist.   Riha   Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê li avahiya komeleyê ji bo Rojîn Kabaîş civîneke çapemeniyê li dar xist. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Songul Arpa li ser navê beşdaran daxuyanî xwend.     Îzmîr   Li Îzmîrê, endamên Rêxistina Navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek jin beşdarî daxuyaniyekê bûn ku li avahiya şaxa ÎHD'ê hat lidarxistin. Daxuyaniya ku pankarta bi nivîsa "Edalet ji bo Rojînê" hebû, ji hêla Nazli Turan, endama Lijneya Rêveber a Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ve hat xwendin.     Wan   Şaxa ÎHD'ê ya Wanê, têkildarî geşedanên dawî yên di dosyeya mirina bigûman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş de li avahiya xwe ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyaniyek da. Hevserokên ÎHDê yên Wanê Ayten Kiran û Mehmet Salîh Coşkûn û rêveberên ÎHD'ê tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla hevseroka Şaxa ÎHDê ya Wanê Ayten Kiran ve hat xwendin.   Ayten Kiran diyar kir ku jin li Kurdistanê rastî tundiya netewî û zayendî tên û da zanîn ku ki şûna eşkerekirina sedemên rastîn ên mirina jinan, mekanîzmayên dewletê û ATK raporên ku xizmeta parastina sûcdaran dikin, çêdikin, malbatan neçar dikin ku bi salan li benda edaletê bimînin.   Kiran bang li Wezareta Dadê, ATK, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, baroyan, navendên mafên jinan û hemû rêxistinên sivîl kir û daxwazên xwe wiha rêz kir:   “*Divê hemû dozên mirina jinan, bi taybetî doza Rojîn Kabaîş, tavilê û bi bandor werin lêkolînkirin.   * Divê Saziya Tiba Edlî ji wezîfeya xwe ya weke yekane rayedariya belgekirina tundiyê, kuştinên jinan û îşkenceyê were dûrxistin û divê rêziknameyên qanûnî werin danîn da ku raporên bijîşk û nexweşxaneyên serbixwe li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê weke delîl werin qebûlkirin.   * Divê Peymana Stenbolê ji nû ve were îmzekirin û mafê jinan ê parastin û jiyanê were garantîkirin.   * Divê polîtîkayên bêcezatiyê bi dawî bibin û kuştina jinan di çarçoveya berpirsiyariya sûcdar û dewletê de were xuyakirin.   * ÎHD dê têkoşîna jinan ji bo mafê jiyanê bidomîne û daxwaza edaleteke mafdar, şefaf û bibandor li dijî pêkanînên dijminane yên li hember jinan ên dewlet, ATK û mekanîzmayên dadwerî bilind bike.”   Piştî xwendina metna hevpar, daxuyanî bi dawî bû.