Bi tevlibûna bi hezaran li Esenyutê coşa mîtîngê 2025-10-25 15:51:16   STENBOL - Mîtîngeke geş û bi coş, ku bi hezaran kes beşdar bûn, li Qada Esenyurt bi dirûşma "Ji bo nan, aştî, edalet û azadiyê bi hev re têbikoşin"  ji aliyê şeş ??partiyên siyasî ve hat destpêkirin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) li Qada Esenyurt a Stenbolê bi dirûşlma "Ji bo nan, aştî, edalet û azadiyê bi hev re têbikoşin" mîtîngekê organîze kirin. Qada mîtîngê ku bal gelek kişand, bi pankartên DEM Partiyê hat xemilandin. Gel ji serê sibehê  ve herikî qada mîtîngê.   Beşdarên mîtîngê, cilên xwe yên neteweyî li xwe kiribûn û pankartên zer, sor û kesk ku hilgiritn, kelecan zêde kir. Bi hezaran kes li qadê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî şoreş û sosyalîzm", "Mil bi mil li dijî faşîzmê" û "Bê Serok jiyan nabe" dengê xwe bilind kirin.   Hevserokên partiyan bi hev re ketin qadê û li bendê ye ku ku biaxivin.