Ji Komeleya Mala Jiyanê pêşangeha keda jinan 2025-10-29 20:04:53   RIHA - Komeleya Piştevaniyê ya Mala Jinan a Jiyanê pêşangeheke ku ji berhemên  jinên tevli atolyeya kedê ya komeleyê bibûn pêk dihat vekir. Komeleyê diyar kir ku  wê qurs bidomin û banga tevlibûnê li hemû jinan kir.   Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê  li navçeya Karakupru ya Rihayê  di avahiya komeleyê pêşangeha atolyeya kedê vekir. Gelek jin tevli vekirinê bûn û seroka komeleyê Sema Korgolu axaftinek ir û da zanîn ku hemû berhemên di pêşangehê de ji aliyê qursiyerên jin ve hatine çêkirin.   Sema Koroglu daxuyaikrin ku wê qursên wan bidomin û banga tevlibûnê li hemû jinan kir. Piştî axaftinê pêşangeh hat vekirin.