Rojnameger Elaha Khosrawî gazî îfadeyê kirin 2025-11-11 12:55:00     NAVENDA NÛÇEYAN -Rojnameger Elaha Khosrawî Yegane ji aliyê hêzên Îranê ve piştî ji bo îfadeyê hate bangkirin, hate lêpirsînkirin.   Elaha Khosrawî Yegane di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê X’ê de ragihand ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye bangkirin û lêpirsînkirin.    Elaha Khosrawî Yegane diyar kir ku hêzên ewlehiyê gefa ku hesabê xwe yê medyaya dijîtal bigre lê xwarine.   Derbarê sedemê bangkirina rojnamevanê ji bo îfadeyê, heta niha tiştek nehate zanîn.   Elaha Khosrawî Yeganê, yek ji amadekara podcast a bi navê ‘Gazete’ ye ku balê dide ser dîroka çapemeniyê ye.