Endama heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan: Biryar dîrokiye 2025-11-21 20:05:38   ENQAERE- Hevdîtina Îmraliyê di civîna komîsyonê de hat erêkirin. Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan axivî û got: “Biryara hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re dîrokî û bi nirx e. Bi vê biryarê re em ê bi gavên bawer bimeşin avakirina Tirkiyeyek demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd.”   Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi piraniya dengan hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qebûl kir. Di dengdayîna li komîsyonê de AKP, MHP, DEM Partî, TÎP û EMEP'ê bi erênî deng dan û Koma Yenî Yolê jî bêlayen tevgeriya. Partiya Demokrat, HUDA-Par, Partiya Demokratîk Solê jî bi neyînî deng da.    CHP û Partiya Yenîden Refahê jî tevli dengdayînê nebûn.   Pervîn Buldan der barê biryarê de wiha got: “Biryara komisyonê ya hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re dîrokî û bi nirx e. Bi vê biryarê re em ê bi gavên bawer bimeşin avakirina Tirkiyeyek demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd.   Ez ji bo serokomar birêz Recep Tayyîp Erdogan,  Serokê giştî yê MHP’ê Birêz Devlet Bahçelî, serokê TBMM’ê Numan Kurtulmuş, serokên giştî yên partiyên siyasî û endamên komîsyonê re spas dikim.”