Îran di 10 rojan de 2 jê jin 100 girtî bi dar ve kirin 2025-12-02 14:41:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’ di hefteya 97’emîn de li 55 girtîgehên li seranserê Îranê didome. Kampanyayê ragihand ku di 10 rojan de Îran 2 jê jin bi giştî 100 girtî bi dar ve kirine.   Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’ di hefteya 97’emîn de li 55 girtîgehên li seranserê Îranê didome. Kampanya, vê heftê bi Roja Xwendekaran a li Îranê re hevdem pêkhat. Beşdaran, balkişandin ser rola pêşeng a dîrokî ya xwendekaran a di  têkoşîna li dijî dîktatoriyê de.   Daxuyanî wiha ye:   "Ev hefte, kampanyaya bi hefteya 97’emîn, bi Roja Xwendekaran a li Îranê re hevdem e û em bibîrtînin ku zanîngehan ji 5’ê Kanûna 1953’an û vir ve, dil û pêşengên têkoşîna li dijî dîktatoriyê bûne. Em her wiga kesên ku di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi taybetî Seîd Zinalî ku di êrîşa yûrda xwendekaran a 1999’an de bi darê zorê hate windakirin bi bîr tînin. Zext, girtin û darvekirin nekarîne têkoşîna xwendekaran a ji bo azadiyê rawestîne û îro jî zanîngeh dîsa dibin hedef û xwendekar û girtiyê siyasî Îhsan Fredî yê 23 salî bi xeteriya darvekirinê re rû bi rû ye.   Di hefteya dawî de li girtîgehên Îranê darvekirin zêde bûye û di nava 10 rojan de 2 jê jin bi giştî 100 girtî hatin darvekirin û darvekirinên li ber gel jî ji bo tirsandina gel tên kirin. Ji destpêka serê salê û vir ve hejmara darvekirinan gihîşt hezar û 564’an û ev yek rêjeya herî bilind a 30 salan e. Ev rewş, bû sedema nerazîbûna navneteweyî.”   Kampanyayê, li dijî pêla zêde ya darvekirinan bang li hemû derdorên siyasî, çalakvan û kesên eleqedar kir û balkişand li ser girîngiya piştgiriya kesên mehkûmê cezayê darvekirinê hatine kirin û malbatên wan. Hate diyarkirin redkirina cezayê darvekirinê ya di her şert û mercan de ji bo destxistina amûra herî girîng a rejîma zordar û xurtkirina têkoşîna gel a ji bo azadiyê gavek bingehîn e.   55 girtîgehên ku beşdarî kampanyayê bûne, ev in:   Girtîgeha Evîn (qawişên jin û mêr), Girtîgeha Gezelhasar (beşa 2,3,4), Girtîgeha Navend Kerac, Girtîgeha Ferdîs a Kerac, Girtîgeha mezin a Tahran, Girtîgeha Qerçek, Girtîgeha Hurîn-Varamîn, Girtîgeha Aher, Girtîgeha Erak, Girtîgeha Kum Lengerud, Girtîgeha Hurremabad, Girtîgeha Burucerd, Girtîgeha Yasuc, Girtîgeha Esedabad a Esfehan, Girtîgeha Dastgerd a Esfehan, Girtîgeha Şîban a Ahvaz, Girtîgeha Sepîdar a Ahvaz (qawîşên jin û mêr), Girtîgeha Nazam Şîraz, Girtîgeha Adilabad a Şîraz (qawîşên jin û mêr), Girtîgeha Fars- Fîruzabad, Girtîgeha Dehdeşt, Girtîgeha Zahîdan (qawîşên jin û mêr), Girtîgeha Beazcan, Girtîgeha Ramehormoz, Girtîgeha Beheban, Girtîgeha Bem, Girtîgeha Yezd, Girtîgeha Kehnûcê, Girtîgeha Tebas, Girtîgeha Meşhed, Girtîgeha Sebzewer, Girtîgeha Gonbad-Kavoos, Girtîgeha Qaimşehr, Girtîgeha Reşt (qawîşên jin û mêr), Girtîgeha Rudsar, Girtîgeha Hewîq Taleş, Girtîgeha Azbaram a Lahîcanê, Girtîgeha Dieselabad a Kirmaşanê, Girtîgeha Erdebîl, Girtîgeha Tebrîzê, Girtîgeha Urmiyê, Girtîgeha Salmas, Girtîgeha Xoyê, Girtîgeha Neqede, Girtîgeha Miandoab, Girtîgeha Mehabad, Girtîgeha Bûkan, Girtîgeha Seqez, Girtîgeha Bane, Girtîgeha Kamêranê, Girtîgeha Merîwan, Girtîgeha Sine, Girtîgeha Îlam û Girtîgeha Navend a Bîrjend.”