Nassera Dutour: Divê heqîqet derkeve holê gumabar bên darizandin 2025-12-03 09:02:24     Elfazî Toral   STENBOL - Damezarîner û seroka FEM-MED’ê Nassera Dutour da zanîn di windakirinên bi zorê de dewamkirina bêcezahiştinê pêşî li lêgerîna heqîqetê digire û banga mezinkirina piştevaniya navneteweyî kir. Nassera Dutour wiha got: “Divê dewlet dest ji windakirinên bi zorê û zextan berde, gumanbaran demildest bidarizîne.”   Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Ewropa Akdenîz a li dijî bi Zorê Windakirin (FEM-MED), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD),Komeleya Dema Jinê, Navenda Bîrê, Komeleya Piştevaniya Malbatên Xizmên Wan Hatine Windakirin a Anatolyayê (ANYAKAY-DER) û Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Yekitiya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER) di 29-30’ê Mijdarê de li Harbiyeyê panelek pêk anîn. Panel du rojan berdewam kir û gelek parêzvanên maf, xizmên windayan, Dayikên Aştiyê, rêxistinên jinan û her wiha ji Lubnan, Misir, Sirbîstan, Cezayîr, Fas û Lîbyayê jî akademîsyen, aktîvîst tevli panelê bûn.   Der barê mijarê de damezrîner û seroka Federasyona Ewropa Akdenîz a li dijî Zorê Windakirin (FEM-MED) û aktîvîsta mafê mirovan a Fransî-Cezayîrî Nassera Dutour axivî û daxuyakirin ku divê li dijî windakirinên bi zorê  têkoşîneke hevpar bê dayîn.   Li Tirkiyeyê ji bo heqîqetê têkoşîn heye   Nassera Dutour daxuyakirin ku berxwedana Dayikên Aştiyê mînakek girîng e û di alî têkoşînê de gelek pêş dixîne û wiha vegot: “Xwegîhandina heqîqeta di bin çavan de windakirin û qetilkirin pir zehmet e. Li dijî qetilkirinan lêgerîna heqîqetê û pirsgirêka vê li gelek welatî tê jiyîn. Tişta ku li Tirkiyeyê bala min kişandiye ev e ku piştevaniyek pir xurt heye. Tevgera jinan, malbatên windayan, saziyên civaka sivîl di vê mijarê de têkoşînek mezin didin. Li Tirkiyeyê têkoşînên cuda ji bo heqîqetê tên gel hev. Li Cezayîrê têkoşîneke rêxistinkirî ya wisa tuneye. Mixabin xizmên windayan tenê tên hiştin, bi guman lê dinêrin û civaka sivîl piştevaniyek hevpar nîşan nadin. Van kesan wek alîgirên terorîst dibînin, ji dewletê ditirsin. Xwezî li wir jî têkoşîneke hevpar bihata meşandin.”   Tevî zext û binçavkirinan berxwedan   Nassera Dutour diyar kir ku kurê wê di 1997’an de bi zorê hatiye windakirin û wiha domand: “Ez di 1998’an de hatim Tirkiyeyê. Bi vexwendiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hatim û min li wir Dayikên Şemiyê nas kir. Wê demê li Tirkiyeyê zext pir bûn. Tevî zext û binçavkirinan têkoşîna dayikan bandorek mezin li ser min kir. Me zimanê hev nizanibû lê bi wan dayikan re jî wêne hebûn bi dayikên Cezayîrê re jî hebûn. Em dişibiyan hev. Ji wê rojê de ye ez girîngiyê didim piştevaniya navneteweyî.”   ‘Ez ji welatê xwe hatim dersînorkirin’   Nassera Duotur destnîşan kir ku di 2019’an de li Cezayîrê ji ber tevgerên civakî, binçavkirin, girtin, pêkanînên nebaş, îşkence û zext çêbûne û li dijî vê tevgera civakî gelek qels bûye. Nassera Dutour wiha dawî lê anî: “Balkêş e lê çalakiyên li Cezayîrê tenê dayikên windayan berdewam kirin. Her çarşemê tevî her tiştî wan biryarbûna xwe didomandin. Di meha Tîrmehê de dema ji Fransayê diçûm Cezayîrê hatim binçavkirin û dersînorkirin. Niha nikarim biçim welatê xwe. Ji dûr ve be jî divê em li dijî van bûyeran têbikoşin. Piştevaniya navneteweyî ji bo têkoşînê ferz e.  Divê dewlet dest ji windakirinên bi zorê û zextan berde, gumanbaran demildest bidarizîne. Divê heqîqetê derxînin holê.”