Platforma Yekîtiya Jinên Kurd heqeretên li dijî Leyla Zana şermezar kir 2025-12-18 20:52:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi tundî heqareta li dijî Leyla Zana şermezar kir û got: “Ev heqaret êrişeke organîze û plankirî ye ku rasterast gelê Kurd, nasnameya jinan û têkoşîna azadiyê dike armanc. Leyla Zana sembola berxwedanê ye.”   Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi daxuyaniyekê heqaret û gefa li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana şermezar kir. Di maça Somaspor û Bursasporê de li dijî Leyla Zana heqaretên giran hatibûn kirin. Hêrs û nerazîbûna li dijî vê heqaret û gefê berdewam dike.   Daxuyaniya Platformê ya derbarê heqareta li dijî Leyla Zana de bi vî rengî ye:“Nijadperestiya ku di maça Somaspor-Bursasporê de li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana ji tribunên Bursasporê bilind bû, ne tenê sloganeke qirêj e, belkî êrişeke organîze û plankirî ye ku rasterast gelê Kurd, nasnameya jinan û têkoşîna azadiyê dike armanc. Ev hişmendiya tarî ya ku li qadên sporê nefretê belav dike, encama polîtîkayên dijminatiya li dijî Kurdan e û nîşaneya tirs û qelsiya zîhniyeta baviksalar e li hemberî vîna jinên pêşeng.   Sembola berxwedanê ye   Leyla Zana ji bo me sembola berxwedanê, rûmet û hêza gelekî ye; lewma her êrişeke li dijî wê, em wekî êrişeke li ser hemû jinên Kurd û destkeftiyên têkoşîna wan dibînin û bi tundî şermezar dikin.   Em ê tu carî li ber nijadperestiyê serî netewînin   Wek Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, em eşkere dikin ku em ê li dijî van êrişên nijadperest û zayendperest tu carî serî netewînin û paşve gav neavêjin. Têkoşîna me ya ji bo jiyaneke wekhev û azad, li ser bingeha felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ her ku diçe xurtir dibe û tu sloganên qirêj nikarin vîna me ya azadiyê bişikînin. Em bang li hemû parêzvanên mafên mirovan, saziyên sivîl û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî vê nijadperestiyê dengê xwe bilind bikin û em dubare dibêjin; Nijadperestî wê di bin tarîtiya xwe de bimîne, lê vîna jinên azad wê her tim serkeve.”   DEM Partî û TJA: Leyla Zana rûmeta me ye   Rêxistina DEM Partiyê ya Batmanê û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî pankarta bi wêneyê Leyla Zana ku li serê “Leyla Zana rûmeta me ye” nivîsandiye bi avahiya xwe ve daliqand û êrişa li dijî Leyla Zana şermezar kir. DEM Partiyê diyar kir ku hêrs û nerazîbûna gelê Batmanê di vê pankartê de ye.   ‘Şêr şêre çi jine çi mêre’   Li Amedê jî li ber avahiya Tesîsa Şehmus Ozer a Amedsporê pankarta bi wêneyê Leyla Zana ku li serê, “Şêr şêre çi jine çi mêre” nivîsandiye hate daliqandin