Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin 2025-12-22 15:35:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Mala Jinan a Til Temirê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.   Mala Jinan a bajarê Til Temirê bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Daxuyanî li parka Meclisa Malbatên Şehîdan bi beşdariya bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û jinên bajar ji aliylê rêvebera Mala Jinan Hedla Ebdulwehab ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de tecrîda li ser  Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku ramanên azad ên Abdullah Ocalan dîwarê girtîgehê derbas kir û gihaştin tevahî gelên cîhanê.   Her wiha hate gotin, têkoşîna Abdullah Ocalan îsbat kiriye û girîgeh nikarin heqîqetê tune bikin, lê vediguherîne qada têkoşînê û ramanên azad ku pêşkêşî mirovahiyê dike.   Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên Rojavayê Kurdistanê hêz, têkoşîn û helwesta xwe ji ramanên Abdullah Ocalan digirin û têkoşîna jinan a ji bo azadî û edalet û avakirina civakeke demokratîk û exlaqî di felsefeya wî de hatiye dîtin.   Jinan banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, diyalog û temamkirina pêvajoya aştiyê kir. Di dawiya daxuyaniyê de jî diyar kir ku  dê heta azadiya fîzîkî ya  Abdullah Ocalan tê bikoşin.