Ji bo mîtînga 4’ê Çile bang 2025-12-27 19:12:23   AMED - Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk ku banga tevlîbûna li mitînga “Hêvî û Azadiyê” kir, xwest ku “Mafê Hêviyê” tavile were pêkanîn.   Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, têkildarî mîtînga “Hêvî û Azadî” ya ku wê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve li Meydana Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin, li avahiya Komeleya Aştî û Diyaloga Civakî (TOD-DER) daxuyaniyek da. Gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.   Endamê Înîsiyatîfê Halîm Îpek daxuyanî xwend û wiha got: “Weke ku tê zanîn, Birêz Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de ji bo avakirina ‘Civakeke Demokratîk û Aştiyane’ bang kiribû. Ji wê rojê ve li Tirkiye û Kurdistanê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên civakî tên nîqaşkirin. Ev bang hem dîrokî hem jî bi wate ye. Li ser vê bangê komîsyoneke li meclîsê hate avakirin û nêrînên partiyên siyasî, saziyên demokratîk û kesan hatin komkirin. Nîqaşên di nav gel û raya giştî de berdewam dikin.”   ‘Divê saziyên qanûnî bên avakirin’   Halîm Îpek bal kişand ser hevdîtinên bi Rêber Apo re hatine kirin û wiha axivî: “Komîsyona meclîsê jî nêrînên Birêz Ocalan girtin. Aliyan raporên xwe pêşkêşî Komîsyona Parlamenê kirin. Lê wekî ku tê dîtin, nêzîkatiyên dewlet, hikûmet û partiyan lawaz û ne jidil in. Divê di zûtirîn demê  de vesaziyên zagonî di çarçoveya hiqûqa aştiyê de bên amadekirin. Di heman demê de, divê derfetên xebatê yên azad ji bo Birêz Ocalanî bên pêkanîn û derfeta hevdîtina bi hemû beşên civakê re bê dabînkirin. Ji bo Birêz Ocalan û girtiyên siyasî divê ‘mafê hêviyê’ demildest bê sepandin. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) divê li gorî hiqûqa neteweyî û navdewletî bên bicihanîn. Divê hemû girtiyên siyasî ji vê yekê sûd werbigirin.”   ‘Divê kongreya navneteweyî bê avakirin’   Halîm Îpek di berdewamiya daxuyaniyê de wisa got: “Ji bo dabînkirina aştiyê, avakirina civakeke demokratîk û çareserkirina pirsgirêka Kurd; berî her tiştî divê gelê Kurd û dostên wan têkoşîna demokratîk derxin pêş û dîplomasiyeke xurt bimeşînin. Di heman demê de divê gelê Kurd li hundir û derve yekîtiya xwe xurt bike û Kongreya Neteweyî ava bike.”   Ji bo mîtîngê bang   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 4’ê Çileya 2026’an de li Meydana Îstasyonê ji bo azadiya Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Em bang li tevahiya gelê xwe, saziyên demokratîk, jin û ciwanan dikin ku tevli vê mîtîngê bibin. Weke Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, em bi hemû hêza xwe destekê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.”