Pêkhateyên Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan 2025-12-28 15:22:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes ji pêkhateyên Hesekê û gelek bajarên din ji bo daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.   Bi hezaran gel ji pêkhateyên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Hol, Kampa Serêkaniyê û Waşokanî, bi dirûşmeya “Bi rihê komunîzmê û civakek demokratîk, em ê bi Rêber Apo re azad bijîn” meşek girseyî li dar xistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.   Meş li çarxerêya Kevokê ya li Til Hecerê destpê kir, li kolana sereke ya Miftî berdewam kir û li ber navenda Çand û Huner ya taxa Miftî bi mitîngeke girseyî bidawî bû.   Piştî deqeyek rêzgirtinê, bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Sebrî Efrîn axaftin kir û got ku berxwedana gel û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan dijmin gihandiye wê baweriyê ku zilim û zordarî ne çareserî ye. Wiha berdewam kir: “Proje ya Netewa Demokratîk çareseriya bingehîn a pirsgirêk û krîzên Rojhilata Navîn e.”   Endama Kordînasyona Kongra Star, Welîda Botî, jî di axaftina xwe de da zanîn ku rêya pêkanîna aştiyê û avakirina civakek demokratîk, bi azadiya Rêber Ocalan ve girêdayî ye. Wê got: “Em ji bo azadiya Rêberê xwe daxwaz dikin û dixwazin ku bi me re azad bijî. Dem hatiye ku em encama têkoşîna xwe ya dirêj a ji bo azadî û rûmetê bistînin. Jinan di vê têkoşînê de rolek pêşeng lîstine û ev rol dê bi îsrarî bidome.”   Meş bi dirûşmeya “Azadî ji bo Rêber Apo” bi dawî bû.