Êrîşên li ser taxên Kurdan li Vechtayê û Frankfurtê hate protestokirin 2026-01-09 22:17:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Vechta  û Frankfurt a Almanyayê  êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê hatin protestokirin û berxwedana gelê Rojava hate silavkirin.   Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Vechta ê Almanyayê bi banga KON-MED’ê li hev civiyan, êrîşên komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê protesto kirin.   Çalakiya ku tevî barîna berfê jî pêk hat, bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Beşdaran gelek caran dirûşmeyên  “Bijî berxwedana Rojava”, “Şoreşa Rojava rûmeta me ye”, “Es lebe Rojava”, “Dîktator Erdogan” berzkirin.   Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê, di rojên dawî de zêde bûne. Hate diyarkirin ku di êrîşan de qadên sivîlan tên hedefgirtin, gelek kesên ku di nav de jin û zarok jî hene jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.   Çalakiya ku nêzî saetek û nîv dewam kir, bi dirûşmeyan bi dawî bû.   Frankfurt   Li bajarê Frankfurt ê Amanyayê, bi daxwaza eşkerekirina kujerên yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnerê KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, mitîngek hate lidarxistin.   Kurdistaniyên ji Frankfurt, Hanau û Offenbachê tevlî çalakiya ku li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê hate lidarxistin bûn. Di heman demê de 3 siyasetmedarên jin ên Kurd li navçeya Silopî ya Şirnexê hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku di sala 2023’an de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.   Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin. Şandeyeke ku ji jinan pêk dihat, dosyaya ku amade kiribûn radestî rayedarên konsolosxaneyê kirin û daxwazên xwe yên edaletê ragihandin.