Karwanê birîndarên Şêxmeqsud û Eşrefiyê gihîşt herêmên xweser 2026-01-11 10:05:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya agirbesta qismî ya li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ya Helebê de, karwanê ku şehîd û birîndaran di anîn, gihîşt herêmên Rêveberiya Xweser û ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.   Bi agirbesta qismî ya êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê, konvoya ji şehîd, birîndaran û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê pêk tê, gihîşt herêmên Rêveberiya Xweser û ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.   Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku dewleta Tirk a dagirker wan perwerde dike, di 6’ê Çileyê de êriş li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên dorpêçkirî danbû destpêkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb di nava 5 rojan de ji bo parastina sivîlan berxwedaniyek mezin nîşan da.   Di encama êrişên çeteyan ên li ser van taxan de gelek  kes şehîd û birîndar bûn.   Piştî şerên dijwar şevê din (10 Çile) agirbestek demkî di navbera Hêzên ewlekariyê ya Şêxmeqsud û û Hikumeta Demkî de çêbû.     Li ser agirbestê  şehîd û birîndarên Helebê bi karwanekî seyareyan  anîn herêmên xweser.   Bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ku bi armanca piştgiriyê  ketibûn ser rêya Helebê, li deriyê bajarê Dêr Hafirê yê Tebqayê, Karwan pêşwazî kirin. Saziyên Heyva Sor a Kurd ên herêmên Rêveberiya Xweser birîndar rakirin nexweşxaneyan.