Berxwedana bê navber: Şexmeqsûd û Eşrefiye (2) 2026-01-12 09:03:11   Leyla Ayaz   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe ya sala nû de wiha bal kişand ser rewşa Sûriyeyê: “Li Sûriyeyê tabloyek kaotîk derketiye holê. Pir bi awayekî eşkere li benda çareseriyeke demokratîk e û vê hewcedariyê dixwaze. Feraseta rêveberiya ku bi salan xwe li ser yekperestiyê, zext û înkarkirina nasnameyan bi rê ve bir; êdî ne mimkûne bidome.”   Şeniyên taxa Eşrefiye û Şexmeqsûd, bi salan e bi israr hem jiyaneke alternatîf ava dikin û hem jî li dijî her cûre êrişan jî li ber xwe didin. Taxa ku bi modela xweseriya demokratîk dihat birêvebirin her tim bal kişand ser xwe. Di nav modelê de komîte û meclisên xwecihî xizmetê didin şêniyên taxê. Bi kêm derfetan, nexweşxane, şaredarî û saziyên perwerdehiyê hewl dan ku bixebitin. Xebatên çand û hunerê, jiyan û civakê, jin û zarokan, aborî û istîhtamê bandorê li tevahiya pêkhateyên taxê dikir.   Kurd hedef hatin girtin   Di 4'ê Çileyê dê di navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta demkî ya Şamê de hevdîtin dest pê kir. Li gel hevdîtinan di 6’ê Çileya 2026’an de li hemberî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê komên girêdayî Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve û bi piştgiriya bêdengiya hêzên navneteweyî û herêmî, êrişek hat destpêkirin. Ev êriş hedefgirtina hebûna Gelê Kurd, li hemberî guhertina demografiya herêmê bû. Bi hezaran çekdarên çeteyê bi çekên giran ên cûrbecûr êriş pêk anîn. Li dûrî nirxên mirovî û exlaqî êriş hatin kirin.   Nexweşxane hat bombekirin   Yek ji cihên ku bi rojan êriş hat kirin jî Nexweşxaneya Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê bû. Di 8 û 9’ê Çileyê de komên çeteyan bi diron, tang, topan û gelek çekên giran ên cur bi cur 11 caran êrişî nexweşxaneyê kirin. Ji ber êrişên dijwar nexweşxane hat rewşa ku êdî ji xizmetê derkeve. Ji bo rê li ber komkujiyê were girtin û birîndar, sivîl, jin û zarok ji nexweşxaneyê werin derxistin, agirbestekî qismî hat ragihandin Nexweşxaneya Xalid El Fecir hat valakirin. Balkêş e ku li hemberî van êrişên hovane, tevahiya saziyên mafên pirovan, tenduristiyê, hêzên herêmî û navneteweyî bêdeng bûn.   Qelsiya desthilatdariyê   Bêrêziya li hemberî cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn, carek din hovîtiya çeteyên hikumeta demkî raxist ber çavan. Çeteyan bi dîmenên ku parvekirin rastiya xwe nîşanê cîhanê dan. Lê cîhan carek din çavên xwe ji van qetliam û hovîtiya re girt û bi bêdengiya xwe hevkariya êrişan kir.   Piştevaniya ji bo taxan   Li hemberî êriş û komkujiyan Meclisa Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 9’ê Çileya 2026’an rewşa seferberiya giştî îlan kir. Ligel banga meclisê ji çar aliyên Kurdistanê û dostên kurdan li gelek deverên cîhanê çalakî li dar xistin û nerazîbûnên xwe anî ziman. Piştî banga Meclisa Gel a taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi rengekî seferberiyê gelan berê xwe dan Helebê. Ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Til Hemîs, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê yên Kantona Cizîrê bi sedan li dijî êrişan berê xwe dan Helebê.   Li Bakurê Kurdistanê jî bi çalakî û meşên girseyî piştevaniya berxwedana taxan hat kirin û êriş hatin şermezarkirin. Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, DBP, KKP, Partiya Azadî DDKD’ê û PDK-T êriş şermezar kirin. Her wiha endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên bakurê Kurdistanê jî li dijî êrişan dê ber bi Enqerê ve biçin.   Şer û pevçûnên dijwar   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama ku di 30'ê Kanûna 2025'an de hat parvekirin de îşaret bi pêvajoya entegrasyonê ya di navbera QSD û Şamê de kir û got: "Em dikevin saleke nû. Em neçar in dîsa bi bîr bixin ku di seranserî sedsala bihûrî de êrişên emperyalîst û nîjadperest di nav hev de li pêş ketin û Rojhilata Navîn xistin nav şer û pevçûnên dijwar. Vî şerî rê li ber wêranî û hilweşînên civakî vekir. Mezhebperestî û neteweperestiya etnîkî ya îro li herêmê tê kirin, tevek jî kokên xwe ji vê dîroka nêz û tije êş digire. Mixabin stratejiya 'dabeş bike, sor bike û birêve bibe' ya pergala hegomonîk, bi şêweyên cuda tê berdewamkirin.   Zemîna jiyaneke bi hev re   Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk ku me tam jî ji ber vê yekê pêş xist, ne tenê vebijêrkek e. Her wiha weke mecbûriyeteke dîrokî li pêşberî me disekine. Heke ev perspektîf rast were famkirin û were nirxandin, dê bikare pêşî li şer û pevçûnan bigire. Ev perspektîf, jehrkujek e ku dê zemîna jiyaneke bi hev re, aştiyane û azad ava bike. Berpirsyartiya me ya sereke ya ji bo dema pêş; pêşîlêgirtina pevçûneke îxtîmalî ya nû û encamên jêneveger e.   Zemîneke demokratîk   Krîz û pevçûnên polîtîk ên li Rojhilata Navîn roj bi roj kûrtir dibin, encama teqez a xitimîna feraseta şaristaniya despotîk, îktîdarê esas digire û dewletperest e ku bi hezaran sala ye didome.   Pirsgirêka Kurd di navenda van krîzan de cih digire. Çareseriya pirsgirêkê jî tenê dikare bi aştiyeke civakî û lihevkirinek demokratîk pêk were. Hewceye pirsgirêk ne bi rêbazên pevçûn, şer, leşkerî û ewlekariyê lê li ser zemîneke demokratîk ku îradeya gelan esas ji xwe re digire were çareserkirin û bi vî awayî were destgirtin girîngiyek jiyanî ye.   Tabloyek kaotik derketiye holê   Li Sûriyeyê jî tabloyek kaotîk derketiye holê. Pir bi awayekî eşkere li benda çareseriyeke demokratîk e û vê hewcedariyê dixwaze. Feraseta rêveberiya ku bi salan xwe li ser yekperestiyê, zext û înkarkirina nasnameyan bi rê ve bir; êdî ne mimkûne bidome û ev yek daxwaza wekhevî û azadiya Kurd, Ereb, Elewî û hemû gelan bi hêz kiriye. Di navbera QSD'ê û rêveberiya Şamê de Peymana 10'ê Adarê hatibû îmzekirin. Di çarçoveya vê peymanê de daxwazên ku tên ziman, modeleke siyasî ya demokratîk e ku hemû gel anku netew bi hev re xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ev nêzîkatî, dikare bi rêveberiya navendî re muzakere bike û zemîneke entegrasyona demokratîk di nav xwe de bihewîne. Bicihanîna Peymana 10'ê Adarê dê pêşî li pêvajoyê veke û di heman demê de li pêş bixe.   Pir girîng e ku Tirkiye di vê pêvajoyê de bi roleke kar hêsan dike, çêker û rê li ber diyalogê vedike rabe. Ev yek hem ji bo aştiya herêmî hem jî ji bo xurtkirina aştiya navxweyî pir krîtîk e.   Deriyê jiyaneke nû   Dîroka Rojhilata Navîn a modern, bi giranî dîroko ‘şoreşên neyînî’ ne. Şer, zordarî, înkar û hilweşîn… Li hemberî vê yekê jî pêşniyara me ‘şoreşa erênî’ ye. Anku ji nû ve avakirina civakê ya bi şêwazên demokratîk, aştiyane û exlaqî ye. Aştiya ku em bi israr diparêzin ne encamek e, divê bibe destpêkeke nû. Û têkoşîna maf, hiqûq û demokratîkbûnê ya di nava aştiyê de tê meşandin dê kîn, dijbertî û hêrsê ji holê rake û ji bo her kesê deriyê jiyaneke nû vebike.”   Hikûmeta Demkî û Rêjîma Baasê   Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê piştî Durzî û Elewiyan berê xwe da kurdan û taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê hedef girt. Pratîzenekirina Peymana 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê tê wateya qebûlnekirina vîn û hêza Gelê Kurd e. Armanc ne tenê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye, armanc hedef girtina destkeftiyên Gelê Kurd e, ruxandina pergala demokratîk a Rojavayê ye. Tevî bendewariya demokrasi û azadiyê, îro hikûmeta demkî wek rejima Baasê tevdigere.