Rêxistinên jinan li Silêmanî gilî kirin 2026-01-13 14:33:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan û Tora 8'ê Adarê giliyê wî meleyî kirin ku bêhurmetî li şervanên jin kiribû û destnîşan kirin ku wê nehêlin bêhurmetî li wan mirovan bê kirin ku ji bo parastina welatê xwe canê xwe feda dikin.   Tora 8’ê Adarê û Rêxistinên Jinan li ber serokatiya Dadgeha Silêmaniyê kombûn û bi daxuyaniyek çapemeniyê bêrêziya li beramberî şervanên jin ya ji aliyê hin melayên Başûr ve şermezar kirin.   Li ser navê Tora 8’ê Adarê û Rêxistinên Jinan, Geşe Dara daxuyaniyek xwend û got: “Di demekî de ku gelê me li Rojavayê Kurdistanê xwîna xwe dirêje, jin û ciwanên şervan parastinê li xak û welat dikin, kesek tê bêrêziyê li cenazeyê şervanan dike û bi şêwazek ne guncaw daxuyaniyan dide.”   Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan li Dozgeriya Giştî li ser kesê bi navê Mezher Xuresanî li gor madeya 434 a ku taybete bi sivkatîkirin û têkdana hestên giştî, gilî tomar kirine.   Hat diyarkirin ku di yasaya hejmar 21 a sala 2003 ya parlamentoya Iraqê de tê gotin ku, her kesek bi armanca ziyan gihandina serweriya ewlehiya saziyan her karek bike, divê lêpirsîn di derbarê wî/wê de were kirin û ceza kirin. Ji bona wê divê ev kesên heqaretê dikin werin cezakirin û yasa serwer be.   Di dawiya daxuyaniyê de jî hat gotin: “Em rê nadin sivkatî bi wan kesên ku ji bo parastina xak û welat jiyana xwe ji dest didin, were kirin.”