Rapora binpêkirina mafan a girtîgehên Marmarayê 2026-01-13 16:10:10   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'ê ya Stenbolê ku rapora xwe ya li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê weşand, got: "Ji bo ku rê li ber çareseriyên aştiyane li Tirkiyeyê were vekirin, divê li hemû saziyên dewletê, bi taybetî jî li girtîgehan, pêvajoyeke reformê ya rêzgirtina li mafên mirovan bê destpêkirin."   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê, di civîneke çapemeniyê de ku li avahiya komeleyê ya li Beyoglû ya Stenbolê hat lidarxistin, "Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê" ya serdema Tîrmeh-Kanûna 2025'an vedihewîne, eşkere kir. Endama OHD'ê Şeyma Onalê anî ziman ku ew mehane serdana Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Edirneyê, Girtîgeha Girtî ya Jinan a Edirneyê, Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Çorluyê, Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Jimare 1 ya Tekirdagê, Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Hejmar 2 ya Tekirdagê, Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Hejmar 5 ya Marmarayê, Girtîgeha Girtî ya Marmarayê, Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha Girtî ya Tîpa R ya Metris, Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Hejmar 1 ya Maltepe, Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Umraniyeyê, Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê, Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Hejmar 1 a Kocaeliyê, Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Hejmar 2 ya Kocaeliyê, Girtîgeha Girtî ya T ya Duzceyê, Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Jimare 2 ya Sakaryayê û Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Boluyê dikin û binpêkirinên mafan ên li van girtîgehan dikin rapor.    'Binpêkirin zêde ne'   Şeyma Onalê diyar kir ku girtî di mehên zivistanê de bi pirsgirêkên germkirinê re rû bi rû dimînin û beşdarbûna çalakiyên girtîgehê tên astengkirin û got: "Di veguhestina nexweşxaneyan de pirsgirêk hene, lêgerîna tazî berdewam dike, gihîştina pirtûkan bi sînor e, girtî di hucreyên yekkesî yên girtîgehên ewlehiya bilind de tên girtin, berdana girtiyan tê astengkirin û înfaza wan tê şewitandin û destûr nayê dayîn ku weşanên Kurdî werin weşandin. Her çend Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, berdewam bike jî, komîsyona ku li Meclisê hatiye avakirin bendewariyek afirand, lê ew nekariye erka xwe têra xwe bicîh bîne. Dema ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27'ê Sibatê de dest pê kir, diviyabû girtîgeh jî bi awayekî cuda bihatana nirxandin. Tevî pêvajoyek ku ji salekê zêdetir e didome, mixabin binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan kêm nebûne. Lê dîsa jî, girtîgeh qadên herî berbiçav û sembolîk in ji bo rûbirûbûna bi rabirdûyê re. Ji ber vê yekê, berdewamiya binpêkirinên mafên mirovan ne tenê li ser girtiyan, di heman demê de li ser tevahiya civakê û hêviya aştiyê bandoreke neyînî dike."   Rewşa girtiyên nexweş   Şeyma Onalê diyar kir ku li girtîgehan hiqûqa neteweyî û navneteweyî nayê sepandin û got: "Rastiya ku der barê girtiyên nexweş de tu guhertin di qanûnê de nehatiye kirin, di pêvajoya paşxistina cezayên girtiyên nexweş de cudakarî tê kirin, girtiyên nexweş nikarin bigihîjin derfetên dermankirinê yên guncaw û têrker, pêvajoyên dermankirinê vediguherin cezayekî cuda, rastiyek e ku rêveberî û Wezaret nikarin berpirsiyariyên xwe paşguh bikin. Mixabin, guhertinên ku bi pakêta darazê ya herî dawî dihat hêvîkirin nehatine kirin û heta di mijareke pir girîng de ji hêla mafên mirovan ve, wekî girtiyên nexweş, girtiyên siyasî hatine nîşandan û pergala cezayê ya cudakar a berdewam hebûna xwe parastiye. Divê astengiyên ku rê li ber dermankirina girtiyên nexweş digirin demildest werin rakirin, daxwazên ji bo taloqkirina cezayên girtiyên bi nexweşiyên giran werin qebûlkirin û ew tavilê werin berdan. Divê dawî li pratîka ku Saziya Tiba Edlî (ATK) wekî rayedariya yekane tê dîtin were anîn û divê nêrînên lijneyên zanistî û bêalî werin berçavgirtin."    ‘Berdana girtiyan hat astengkirin'   Şeyma Onalê di berdewama dauxyaniyê de ragihand ku li van girtîgehan berdana bi şert a girtiyan hatiye astengkirin û ev agahî parve kirin: "Li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê berdana girtiyekî, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Karatepe (Çorlu) ya 2 girtiyan, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Hejmar 1 a Tekirdagê berdana 7 girtiyan, li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekirdagê berdana 9 girtiyan, li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê berdana 15 girtiyan, li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kocaeliyê berdana 3 girtiyan, li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Kocaeliyê berdana 2 girtiyan, li Girtîgeha Girtî ya Marmarayê (Hejmar 9) berdana girtiyekî, li Girtîgeha T ya Duzceyê berdana 3 girtiyan, li Girtîgeha Tîpa L ya Hejmar 2 a Maltepeyê berdanê 6 girtiyan û li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê berdana 25 girtiyan hatiye astengkirin."   Şeyma Onalê îşaret bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê kir û got ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tenê ne binpêkirineke takekesî ye, li Tirkiyeyê li pêşiya siberoja demokratîk û pêvajoya aştiyê jî astengiyeke mezin e.   Şeyma Onalê di berdewama dauxyaniyê de got: "Ji bo ku rê li ber çareseriyên aştiyane li Tirkiyeyê were vekirin, divê li hemû saziyên dewletê, bi taybetî jî li girtîgehan, pêvajoyeke reformê ya rêzgirtina li mafên mirovan bê destpêkirin."