SOHR: Kobanê bi temamî di bin dorpêçê de ye 2026-01-22 14:34:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji bo Kobanê keleha berxwedanê ya di bin dorpêçê de ye hişyariya ‘keraseta mirovî’ kir û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir.   Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), der barê êrîşên berdewam ên li ser Kobanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bajarê Kobanê bi tevahî di bin dorpêçê de ye, înternet û xizmetên ragihandinê qut bûne û ev yek xetereyek cidî ya karesatek mirovî çêdike.   SOHR’ê, da zanîn ku ji destpêka êrîşan ve elektrîk û av nîne û û hat gotin ku pêdiviyên mîna xwarin û alavên tibî bi lez xilas dibin. SOHR’ê, diyar kir ku sivîl, bi taybetî jin, zarok û kal û pîr, di xetereyek mezin de ne û banga mudaxeleya lezgîn a navneteweyî kir.   SOHR’ê, da xuyakirin ku bêdengiya civaka navneteweyî bûye sedema karesateke mirovî ya nû. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Kobanê bi tevahî di nava dorpêçeke bêrehm a giran de ye û hat gotin ku ev rewş bi êrîşên çeteyên girêdayî hikûmetê re û bi binpêkirina agirbestê re dewam dike.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di dema pevçûnan de li başûrê Kobanê sivîl bûne hedef, welatiyek bi guleyên sekvanan hatiye qetilkirin, jineke ciwan di bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye û jineke din jî birîndar bûye. SOHR’ê, anî ziman ku gel nikare bigihêje alavên tibî û pêdiviyên xwarinê yên bingehîn bi taybetî ji bo pitikan, têrê nakin.   SOHR’ê, destnîşan kir ku bûyerên tên jiyîn wê bi xwe re encamên giran bîne û bang li hemû aliyan kir ku xizmetên bingehîn sererast bikin û sivîlan ji pevçûnê biparêzin.