Li dijî Girtîgeha Eqtanê dîsa êriş hate kirin 2026-01-22 14:57:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter li dijî Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê dîsa bi çekên giran êriş da destpêkirin.    HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li dijî Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê ku DAIŞ’î tê de tên ragirtin, bi çekên giran û topan êriş da destpêkirin.    Hat ragihandin ku HTŞ’ê derdora girtîgehê bi konvoyan dorpêç kiriye.    Berxwedana HSD’ê ya li dijî êrişan berdewam e.