Li Dîlokê gel ji bo Rojava daketin kolanan 2026-01-23 00:42:23   DÎLOK - Li Dîlokê ciwan li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê, daketin kolanan û bi dirûşmeyên ‘bijî berxwedana Rojava’ çalakî pêk anîn.   Protestoyên li dijî êrîşên çeteyan a li hember Rojava li Kurdistan û Tirkiyeyê didomin. Li Dîlokê bi pêşengiya ciwanan gel li kolanan hatin gel hev û bi dirûşmeyên ‘ “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî berxwedana QSD”, “Rojava Rojilate Kurdistan yek welate” û fîşekên hewayî êrîş protsto kirin.