Li Silêmaniyeyê meşa ji bo Rojava: Bijî berxwedana Rojava! 2026-01-23 15:05:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê bi deh hezaran kes ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê meşiyan. Ligel serma û berfê jî girse bi slogana, “Yek e yek e yek e, Kurdistan yek welat e” wekî lehiyê diherikin.   Gelê Silêmaniyê ku ji roja êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê destpêkirîn heta niha li ser piya ye, bi meşek heybet piştgiriya xwe di roja çaran de jî berdewam dike. Tevî serma û berfê meşa girseyî ya ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê didome. Girseya li Baxê Giştî hatin cem hev bi sloganên piştgiriya Rojava dikin dest bi meşê kir.   Her çiqas ji ber rewşa hewayê û barîna berfê biryar bû meş bê paşxistin, lê gel ji bo lidarxistina meşê bi israr bû daku piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşandin. Di meşê de gelek çalakvanên siyasî û sivîl, nivîskar, rojnamevan, hunermend, nûnerên sendîkayan, jin, ciwan û welatiyên bajêr amade ne.   Di meşê de bi dehan pankart û dowîzên dilsoziya gel a bi Rojavayê welat re tînin ziman hatin vekirin û hildan. Girseyê di dema meşê de bênavber, “Yek e yek yek e, Kurdistan yek welat e”, “Kîne em: Kurd in em”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Rojava û şervanan”, “Rojava ne bi tenê ye, deriyê azadiyê ye” û “Rojava Kurdistan e Başûr piştevan e” berz kirin.   Bi berdewamiya meşê re hindî diçe hejmara beşdaran zêde dibe. Di van kêliyan de hejmara girseya meşê ji sed hezaran derbas bû. Çalakvanan bi taybetî sloganên dijberî polîtîkayên Tirkiye berzkirin û Serokomarê Tirk Erdogan protesto kirin.   Çalakgeran bi megafonan merşên derbarê Rojava de xwendin. Bi taybetî girse bi yek dengî tev li meşra, “Bijî bijî Rojava” bû.