Gelê Cizîrê li dijî êrîşan bajarê xwe diparêzin 2026-01-23 23:12:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarên kantona Cizîrê bi hêzên leşkerî û ewlehiyê re herêmên xwe li hember gef û êrişên çeteyên hikumeta demkî û DAIŞˊê diparêzin.   Li gel sermayê, barîna berfê, şênî bi hêzên leşkerî, ewlehî û Hêzên Parastina Civakî re li kolanan dewriyeyan pêk tînin.   Nobedaran diyar kir ku armanc ji van dewriyeyan parastina taxan, şêniyan û tevahî herêmê ye.