Li Silêmaniyê meşa ‘Yekşema Şehîd Deniz’ destpê kir 2026-01-25 15:37:50     NAVEDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê bi pêşengtiya jinan meşa ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistan û şervanên jin destpê kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ‘Rojava ne bi tenê ye’ û ‘Şehîd Deniz namire’ tên qêrîn.   Li ber derê Baxê Giştî ya Silêmaniyê meşa bi ser navê ‘Yekşema Şehîd Deniz’ bi pêşengtiya rêxistinên jinan û çalakvanên jin, ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê destpê kir.   Li qadê bi hezaran kes kombûne û bi dirûşmeya ‘Şehîd Deniz namire’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Rojava ne bi tenêye’ kombûne û dimeşin. Di van kêliyan de meşa ji bo piştgiriya Rojava destpê kiriye û hîn dewam dike. Kelecana li nava meşê, bi taybet jî pêşengtiya jinan ya ji bo meşê hêjayî dîtinê ye.