HTŞ êrişî gundên Kobanê dike 2026-01-25 16:13:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk xwestin derbasî gundên Şêxler, Çelebî û Zêrîk ên Kobanê bibin. Şervanên QSD û YPJ´ê besiv da, pevçûn derket.   Çavkaniyên leşkerî ji bajarê Kobanê diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî yên bi piştevaniya dewleta Tirk a dagirker xwestinê derbasî gundên Şêxler, Çelebî û Zêrîk ên Kobanê cihê lê şervanên QSD û YPJ´ê dimînin bibin. Bi vê yekê agirbesta ku duh hatiye îlankirin, hat binpêkirin.   Çavkanî da zanîn ku şervanan bersiv da, niha êriş û pevçûn berdewam e.