Li Bêrecûkê êrîşên li ser Rojava hat protestokirin 2026-01-29 13:52:55   RIHA - Êrîşên li ser Rojava li navçeya Bêrecûkê bi meşekê hat protestokirin.   Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê bi meşekê li Bêrecûkê protesto kir. Meşa ku bi dirûşma "Bila komkujî û êrîşên li ser Rojava bi dawî bibin" hat lidarxistin, ji aliyê parlamenterên Rihayê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ve hat rêvebirin.   Girseya ku li navenda navçeyê kom bû, bi pankarta "Rojava berxwedan, wijdan û azadî ye" ber bi avahiya navçeya Bêrecûkê ya DEM Partiyê ve meşiyan.   Piştî meşê Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar axivîn û bal kişandin ser berxwedana Rojava.   Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû