'Porê me dê her kabûsê we be' 2026-01-29 17:54:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Gel ku li dijî êrişên li ser Rojavayê, bi taybetî li dijî êrişên li ser jinan, daketin kolanan, peyama "Porê me dê her kabûsê we be" dan.   Li gelek bajarên Serhedê, gel li dijî êrişên li ser Rojavayê daketin kolanan.   Bedlîs   Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê ji bo protestokirina êrişên li ser Rojavayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ku li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Xelatê hat lidarxistin, pankarta bi Tirkî û Kurdî ya bi nivîsa "Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nayê girtin" hat vekirin û her wiha dowîzên bi nivîsa "Em nabin bira, em ê bibin şiva gura" û "Free Rojava" hatin hilgirtin. Girse ji avahiya DEM Partiyê ya navçeyê bi mesafeyek kurt ber bi cihê civîna çapemeniyê ve meşiya. Hevserokê DEM Partiyê yê Xelatê Fesîh Bîtîm ku di civîna çapemeniyê de axivî, diyar kir ku ew ê êrişên li ser Rojavayê qebûl nekin.   Piştre, Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp axivî û got: "Ji bo me, Rojava ji perçeyeke axê bêtir e; ew sembola jiyanê ye." Semra Çaglar Gokalpê bi bîr xist ku keziya şervaneke jin a Kurd hatiye birîn û got: "Porê me dê her kabûsê we be."   Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyin Olan diyar kir ku Kurd di gotina "rawestin" a li hember êrişan de yekgirtî ne û got: "Vê yekê bizanin: tevî hemû êrişan, Kurd dê li kêleka gelê Rojavayê bisekinin."   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Kurdistan yek e”, “Rojava Rojhilat û Kurdistan yek welat e”, “Rojava rûmeta me ye” û çepikan bi dawî bû.    Mûş   Bi pêşengiya Komeleya Alimên Îslamê ya Mezopotamya ya Mûşê, li Parka Zarokan a navenda bajêr ji bo protestokirina êrişên li ser Rojavayê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Endamên Platforma Saziyên Demokratîk ên Mûşê û gelek welatî beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Girseya ku li ber parkê kom bû, pêşî ji bo kesên ku li Rojavayê hatin qetilkirin dua kir. Piştî vê yekê, Serokê Komeleya Alimên Îslamê ya Mezopotamya ya Mûşê Yilmaz Çaglayan diyar kir ku wekî alimên Îslamê, ew ê êrişên li ser Rojavayê qebûl nekin. Paşê, endamê komeleyê Yafes Dînar got: "Em qebûl nakin ku jinên li Rojavayê wekî xenîmetên şer werin dîtin."   Jinek ku beşdarî daxuyaniyê bû, li dijî êrişên li ser gel, bi taybetî jinan li Rojavayê, bertek nîşan da.   Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.   Colemêrg   Li navçeya Gever a Colemêrgê, ji bo vexwendina meşa mezin a ku wê sibê bi dirûşmeya "Rojava azadî ye" ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve bê lidarxistin, li Navenda Geverê û taxan wê belavok hatin belavkirin.