Nobeta ji bo Rojava: Em bi gelê xwe serbilind in 2026-01-29 18:10:29   AMED - Nobeta di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de li Qada Şêx Seîd a Amedê hatiye destpêkirin di roja 4’emîn de berdewam kir û wiha hat gotin: “Em bi gelê xwe serbilind in.”   Di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de li Qada Şêx Seîd ya girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê, nobeta ji bo piştevaniya Rojava tê lidarxistin di roja 4’emîn berdewam kir. Çalakiya nobetê îro bi beşdariya MED TUHAD-FED û rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Rezanê hat domandin. Rêveberên MED TUHAD-FEDê, nûnerên partiyên siyasî, hevşaredarên navçeyên Amedê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatiyên Amedê jî tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de beşdaran stranên berxedana gotin û dirûşma “Bijî berxedana Rojava” berz kirin.   Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat, hevşaredarên Rezanê Siraç Çelik û Dayikên Aştiyê di çalakiya nobetê de axaftin kirin. Di axaftinan de piştgiriya berxwedana Rojava hat kirin û wiha hat gotin: “Em dixwazin ku her kes nerazîbûna xwe nîşan bide. Feraseta ku li Rojava dest bi şer kiriye, feraseta tarî ye, feraseta DAIŞê ye.”   Piştî axaftinên, stranên berxedanê hatin gotin. Nobet bi çepikan bi dawî bû.