Êrîşên li ser Rojava li Rihayê hatin protestokirin 2026-01-29 22:18:12   RIHA - Li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên li Rihayê didomin.   Bertekên li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li Wêranşar a Rihayêjî welatî daketin qadan û êrîş protesto kirin.   Girseya li ber avahiya DEM Partî ya Wêranşarê hatin gel hev pankarta ‘Li Rojava berxwedan li Bakur serhildan’ vekirin û dirûmeyên ‘bijî serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kirin.   Di çalakiyê de li dijî êrîşên li ser Rojava peyama piştevaniyê hat dayîn.