Li Qamişlo, Dirbesiyê û Amûdê meş tên lidarxistin 2026-02-01 12:36:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya çalakiyên 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê de, li bajarên Qamişlo, Dirbêsiyê û Amûdê jî, meşên girseyî destpê kirin.   Meşa li Qamişlo ji Çerxerêya Sonî, li Amûdê ji Qada Jina Azad, li Dirbêsiyê jî, ji Qada Jina Azad destpê  kir.   Di meşên ku bi hezaran kes tevlî bûne de, daxwaza mîsogeriya mafên gelê Kurd tên kirin. Meş bi dirûşmeyan didomin.   Li bajarên Girkê Legerê, Dêrik, Hesekê, Til Temir  û Zirgan jî bi heman armancê wê meş bên lidaxistin.