Li Mêrdînê ji bo Rojava çalakî berdewam dikin 2026-02-02 00:56:15   MÊRDÎN – Li navçeyên Mêrdînê ji bo Roja Piştgiriya ji bo Rojava çalakî berdewam dikin.   ,   Li navçeyên Mêrdînê ji bo 1’ê Sibatê Roja Piştgiriya ji bo Rojava çalaki berdewam dikin. Li navçeya Dêrikê ku çalakiya deng derxistinê hat lidarxistin, fîşekên hewayî hatin avêtin û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” hat berzkirin.    Li navçeya Şemrexê jî  li dora agir govend hat gerandin û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” hat berzkirin.