‘Rojava xeta sor a jinan e’ 2026-02-04 09:03:16   Buşra Turan   WAN - Oznur Evîn ya TJA’yî da zanîn ku êrîşên li dijî Rojava destkeftiyên jinan hedef digirin û got polîtîka bêcezahiştinê tê girankirin û got: “Divê qanûn ne li ser kaxizan be, divê pêk bên.”   Tundiya li ser jinan he rdiçe giran dibe û li Tirkiyeyê jî bi feshkirina Peymana Stenbolê  re û polîtîkayên bêcezahiştinê mafê jiyana jinan raste rast hedef tê girtin. Di êrîşên li dijî Rojava de jî hedefgirtina jinan, derdixe holê ku bi awayekî sîstematîk destkeftiyên jinan yên li Rojava hedef tên girtin.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Oznur Evîn der barê qetilkirina jinan de axivî.   ‘Divê qanûn pêk bên’   Oznur Evîn diyar kir ku tundiya mêr bi destê qanûn û dewletê tê kûrkirin û wiha anî ziman: “Ji ber qanûn pêk nayên tundî jî giran dibe. Qanûnên heyî pêk neyên wê demê tu derbasbûna wê jî ne mijar agotinê ye. Ji ber vê em tundiya li ser jinê tenê wek tundiya mêr nanirxînin. Di vê nokteyê de girînge ku qanûn di kîjan astê de jinan diparêzin.”   ‘Divê cezayên bi bandor bên dayîn’   Oznur Evîn daxuyakirin ku bi feshkirina peymana Stenbolê re qetilkirina jinan pir zêde bûye û polîtîkayên bêcezahiştinê raste rast jiyana jinan tehdîd dike. Oznur Evîn ev tişt anî ziman: “Mêr di bin navê ‘namûsê’ de jinan qetil dikin û  bêyî ceza tên hiştin. Ji ber vê jî qetilkirina jinan ro bi roj zêde dibe. Jinên serî li hêzên ewlehiyê didin tevî biryarên parastinê li kolanan tên qetilkirin. Em dibêjin ku ger ku qanûnek hebe divê hukmên wê bên cih. Divê cezayên bi bandor li gumanbaran bên birîn.”   ‘Jin li qadên herî ewle tên qetilkirin’   Oznur Evîn axaftin xwe wiha domand: “Jin li cihên herî bi ewle tên qetilkirin. Belê li Tirkiyeyê qanûnên ku jinan diparêzin hene. Lê mixabin di pratîkê de ev pêk nayên.”   ‘Li Rojava destkeftiyên jinan hedef hatine girtin’   Oznur Evîn balkişand ser êrîşên li ser Rojava û daxuyakirin ku li vir destkeftiyên jinan hedef tên girtin û êrîş bi zanebûn û di zemînek îdeolojîk de pêk tên. Oznur Evîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birîna keziyê jinê û bi vê pesnê xwe dayîn, feraseta deleta mêr baş nîşan dide. Bersiva dewletên mêr yên li dijî destkeftiyên jinan, mafên jinan ev e. Êrîşa li Rojav ali dijî şoreşa jinê êrîşeke bi zanebûne. Bêdengiya li dijî êrîşên li ser Rojava, xwe dispêre têkiliyên berjewendiyê. Ev helwest jî piştgiriya ji bo êrîşan derdixe holê. Li Rojava berxwedanek mezin heye.  Li dijî êrîşên li ser Rojava ji 7 salî het a70 salî jin berxwe didin. Rastiyeke wisa heye.  Rastiyeke jinan ya ku axa xwe,c ivaka xwe diparêze li dijî çeteyên hov berxwe dide heye.”   ‘Rojava xeta me ya sor e’   Oznur Evîn diyar kir ku bêdengiya li dijî êrîşan helwesteke bi zanebûne û wiha bi lêv kir: “Rojava ji bo jinan xeta sor e. DAIŞ ji bo cîhanê tehdîde. Wê li dijî jinan êrîş hîn zêdetir bibin. DAIŞ li Rojava bi pêşengiya jinan hat têkirin û bi destê hêzên serdest ve ji nûve hat zindîkirin. Wê ev çete rojekê berê xwe bidin wan. Rojava xeta me ya sor e. Rojava şoreşe, bi şoreş arojava re destketiya jina ye. Em ê têkoşîn axwe bidomînin.”