Li Hollandayê ji bo zarokên li Rojava hatine qetilkirin protesto 2026-02-04 21:17:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya YJK-H’ê ji bo zarokên ku ji aliyê çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê ve li Rojava hatine qetilkirin li ber Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê ya Den Haagê protestoya bêdeng hat lidarxistin.   Li bajarê Den Haag a Hollandayê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd ên Hollandayê (YJK-H) ji bo zarokên ku li Rojava hatine qetilkirin li ber Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê protestoya bêdeng hat lidarxistin.   Kurdistaniyên ku li ber Dadgeha Edaletê kom bûn, ji bo bîranîna zarokên ku li Rojava jiyana xwe ji dest dane dest deqeyek rêz girtin. Zarokên ku beşdarî xwepêşandanê bûn ji bo her zarokê ku li Rojava hatiye qetilkirin pêlîstokek anîn. Pêlîstok li ber Dadgeha Edaletê hatin hiştin, ji. bo balê bikşînin ser komkujiyên zarokan ên li herêmê xwepêşandaneke sembolîk li dar xistin.   Daxuyaniya ku di çarçoveya xwepêşandanê de li ser rewşa mirovî ya giran a ji ber dorpêça li ser Kobanê derketiye holê rawestiyan û bal kişandin ser bandorên wêranker ên dorpêçê, bi taybetî li ser zarok û jinan; xetereyên girîng ên ji ber nebûna gihîştina tenduristiyê, negihîştina ava paqij, kêmbûna xwarinê û gefa bombebaranê ya domdar rêz kir.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bûyerên li Rojava li gorî qanûna navneteweyî sûcên giran hatine kirin û xwepêşandan bi banga bidawîkirina tavilê ya tundiya li dijî zarokan û dadgehkirina berpirsiyaran bi dawî bû.