3 kamyonên alîkariyê gihîştin Hesekê 2026-02-05 20:29:36   NAVENDA NÛÇEYAN - 3 kamyonên alîkariyên mirovî yên ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûne, gihîştin bajarê Hesekê da ku li ser koçberan werin belavkirin.   Îro 3 kamyonên alîkariyên mirovî yên ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê hatine pêşkêşkirin, gihîştin Hesekê. Ev alîkarî wê li koçberên ji ber êrişên komên hikumeta demkî reviyane, li navendên demkî bi cih bûne werin belavkirin.   Heyva Sor a Kurd alîkarî li malbatên koçberên li taxên Kelase û Til Hecer belav kirin. Ev gav, di çarçoveya pêşxistina hewldanên mirovî yên bi armanca sivikkirina zehmetiyên koçberan û peydakirina pêdiviyên wan ên bingehîn de pêk tê.