Mutabakata HSD-HTŞ’ê: Ya Esas modela netewa demokratîk e 2026-02-09 09:03:41    Elfazî Toral   STENBOL - Rêvebera DBP’ê Besra Îşsever da zanîn ku êrîşên li ser Rojava, berdewama siyaseta înkar û îmhayê ya bi Lozanê hatiye ferzkirinê ye û got: “Êrîşên DAIŞ’ê û çeteyan ne tenê li hember herêmekê ye; li hember her çar parçeyê Kurdistan û Kurdên li Ewropayê ye.”   Rêveberiya Xweser a li Rojava, feraseta netew-dewletê ya bi sînorên Lozanê hatiye xêzkirin ji nû ve ji nîqaşê re vedike û li dijî siyaseta sedsalî şikestineke dîrokî afirand. Modela netewa demokratîk a li Rojava, jiyaneke nû ya xwe dispêre jiyaneka azad, wekheviya zayendî dihûne. Rêvebera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Besra Îşsever der barê êrîşên li ser Rojava, yekitiya neteweyî de nirxandin kir.   Têkoşîna 50 salî   Besra Îşsever da zanîn ku êrîşên li ser Rojava pêvajoyek krîtîk a dîrokî ya ji bo gelê Kurd dihewîne û wiha balkişand ser Peymana Lozanê: “100 sal berê Peymana Lozanê hat îmzekirin û Kurdistan li çar parçeyan hat veqetandin. Bi vê hewl dan Kurdan di nava xwe de bihelînin û tune bikin. Kurd sedsal in bi siyaseta înkarê re rû bi rû ne. Lê 11 sal berê bi pêşengiya jinan li Sûriyeyê Şoreşa Rojava pêk hat û ev wek bersivekê ye. Êrîşên DAIŞ’ê û çeteyên din ên li hember Kurdan ne tenê li hember herêmekê ye. Li hember her çar alî Kurdistanê û destkeftiyên Kurdan e. Bi van êrîşan re careke din hatiye dîtin ku têkoşîneke yekbûyî ya ji bo parastina destkeftiyên Kurdan ferz e.”   Paradîgma jiyana nû ya Abdullah Ocalan   Besra Îşsever wiha dirêjî dayê: “Birêz Abdullah Ocalan 50 sal berê dema ev têkoşîn da destpêkirin, bi paradîgma jiyana nû derxist holê ku bêyî Kurdan jiyan nabe. Tovên 50 sal berê hatin avêtin şîn bûn û veguherin darê. Bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî êrîş û komkujiyan, carek din nîşan daye ku divê gelê Kurd hem di dîplomasî hem di qada parastinê de bibin yek. Divê gelê Kurd bi rihê têkoşîna hevpar têbikoşin. Piştî êrîşan têkoşîneke xurt derket holê. Li her çar alî Kurdistanê, li gelek deverên cîhanê Kurd û dostên Kurdan rabûn ser piyan. Bi mîlyonan kes daketin qadan. Esasa vê serkeftinê paradîgmaya Birêz Ocalan e.”   Banga têkoşîn û rêxistinbûnê   Besra Îşsever balkişand ser mutabakata di navbera HSD û HTŞ’ê de hatiye îmzekirinê û wiha bidawî kir: “Di vir de ya esas hebûna modela netewa demokratîk a li qadê ye. Modela me modela jiyana hepvar e. Paradîgmaya Birêz Ocalan ne tenê li Rojhilata Navîn li hemû cîhanê deng dide. Mînaka Rojava jî li holê ye. Em xwediyên bedelên mezin û mîrateya 50 salî ne. Ne tenê em hemû jinên cîhanê li dijî birîna keziyê jina Kurd bi bertek e. Em ê têkoşîn, rêxistinbûn, yekîtiya xwe hîn bêtir xurt û mezin bikin.”