Li Yenîşehirê hevdîtina jinan 2026-02-12 11:24:07   AMED - TJA 'yê  bi minasebeta 8'ê Adarê li navçeya Yenîşehîrê bi jinan re vedîtin kir.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li taxa Gürdoğan a navçeya Yenîşehîrê bi jinan re hevdîtin kir.   Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdağ û gelek jin tevli çalakiyê bûn. Safiye Akdağ di çalakiyê de axivî û girîngiya guhdarîkirina pirsgirêk û daxwazên jinan ji nêz ve destnîşan kir û banga têkoşînê kir.   Di hevdîtinê de girîngiya çalakbûn û xuyabûna jinan di hemû warên jiyanê de, hevgirtina jinan û têkoşîna ji bo wekheviyê hate nîqaşkirin.   Jinên beşdarî hevdîtinê bûn jî pirsgirêkên xwe parve kirin û daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman.