PE: Divê korîdoreke mirovî ji bo Kobanê bê vekirin 2026-02-12 18:34:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenta Ewropayê, di biryarnameya xwe ya derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bang li dewleta Tirk kir ku çareseriyê nexe xeteriyê û daxwaz kir ku korîdoreke mirovî ji Rojava re were vekirin û mafên Kurdan li gorî destûrê werin misogerkirin.   Parlamentoya Ewropayê pêşnûmaya biryarê ya berfireh a têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Strasbourgê qebûl kir. 515 beşdarî dengdana di 12’ê Sibata 2026’an de bûn; 363 parlamenteran dengê ‘’erê’’ da, 71 parlamenteran dengê ‘’na’’ da û 83 parlamenter jî ‘’bêalî’’ man.   Di biryarê de bi taybetî tundî, koçberkirina bi darê zorê, binçavkirinên kêfî û êrişên li ser binesaziya sivîl ên li Rojava  bi awayekî tund hatin şermezarkirin. Parlamentoya Ewropayê diyar kir ku ev êriş binpêkirinên cidî yên hiqûqa mirovîne û di hin rewşan de dikarin weke sûcên şer werin dîtin.   Di biryarê de ev yek hate gotin: ‘’Dema ku Kurd û Ereb ki Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re dijîn, her du gel jî bi salan e ji ber zulma DAIŞ’ê bi tundî, bêewlehî, koçberkirina bi darê zorê û binpêkirina afên sereke re bi rû dimînin; DAIŞ bes ne li dijî gelê Kurd e, di heman demê de gef li mexdûrên komkujiyê Êzidayan jî xwariye;  jin jî gelekî bi awayekî bêserûber ji vê rewşê bandor bûne.’’   Banga korîdora mirovî   Parlamentoyê diyar kir ku di serî de bajarê Kobanê herêmên lê nifûsa Kurdan zêde ye rewşa mirovî giran dibe û daxwaz kir ku korîdorên mirovî yên mayînde û ewle werin vekirin. Her wiha bang hate kirin ku ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî rêya bêyî asteng were vekirin.   Di biryarê de lihevkirina agirbestê ya di navbera rêveberiya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin û bang li aliyan hate kirin ku girêdayî agirbestê bin û xwe ji rageşiyên nû dûr bixin.   Mafê Kurdan û beşdarbûna siyasî   Parlamentoya Ewropayê diyar kir ku aramiya mayînde ya li Sûriyeyê girêdayî misogerkirina mafên civakên etnîk û olî ye û bal kişand ser girîngiya nûnertiya siyasî ya gelê Kurd, mafên çandî û daxwazên temînata qanûna bingehîn.   Di biryarê de ev yek hatin gotin: ‘’PE, bang li rayedarên Sûriyeyê dike ku Ereb, Kurd, Sunî, Şîe, Elewî, Xiristiyan, Durzî û Ermenî jî di nav de parastina civakên olî û etnîk bike û mafên wan ên sereke misoger bike; naskirina gelê Kurd a bi awayekî tam, nûnertiya wan a siyasî û mafên wekhev jî di nav de parastina curbecuriya olî û etnîkî ya Sûriyeyê, parastina aşitiya sivîl û ji bo dabînkirina Sûriyeyeke aram û berfireh gelekî girîng e; bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dike ku li gel parastina prensîba yekîtiya axa Sûriyeyê van mafan jî li Qnûna Bingehîn a Sûriyeyê zêde bike.’’   Pakêta piştevaniyê  620 mîyon Euroyî   Dı biyarê de pakêta piştevaniya fînansî ya 620 milyon euroyî ya ji bo salên 2026 û 2027’an bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Hate îdîakirin ku ev piştevaniya fînansî wê bi armanca alîkariya mirovî, xwedanheva bilez, xurtkirina civaka sivîl û piştgirîdayîna pêvajoya derbasbûna siyasî were bikaranîn.   Lê belê Parlamentoyê diyar kir ku divê her cure piştgirî û betalkina pêkanînên YE’yê bi şertê parastina sivîlan, rêzgirtina mafên mirovan û bicihanîna sererastkirinên agirbestê be û dikare jê were standin.   Di biryarê de ev yek jî hatin gotin: ‘’Alîkariyên YE’yê yên têkildarî pêşketin, jinûveavabûnê yan jî yên aramiyê divê di mijarên weke parastina sivîlan, bicihanîna lihevkirinên agirbestê, mafên mirovan û parastina hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de girêdayî şertê pêşketinên şênber û dikarin werin piştraskirin be.’’   Parlamenta Ewropayê, diyar kir ku ew "bi tundî hemû kiryarên tundûtûjiyê yên li dijî sivîlan, di nav de kuştinên bêdaraz, windakirinên bi zorê, girtina keyfî û koçberkirina bi zorê şermezar dike" û ev tişt gotin:   "Ew destnîşan dike ku ev kiryar binpêkirinên cidî yên qanûna navneteweyî ne û di hin rewşan de dibe ku sûcên şer bin; ew fikarên xwe li ser raporên pêbawer ên binpêkirinên mafên mirovan, bi taybetî li dijî gelê Kurd, tîne ziman. Di nava van binpêkirinan de raporên bêhurmetiya li dijî cenazeyên jin û mêran, wêrankirina goristanan û bikaranîna cebilxaneyên bêserûber li dijî sivîlan hene.”   Parlamenta Ewropayê, daxwaza lêpirsîneke bilez li ser sûcên ku ji aliyê hêzên hikûmetê û milîsên çekdar ve li dijî sivîlan hatine kirin kir û bang li rayedarên Sûriyeyê kir ku gihîştineke tam û zelal ji bo tevahî saziyên têkildar ên NY’ê peyda bike.   Divê korîdora mirovî bê vekirin   Parlamenta Ewropayê, destnîşan kir ku li bajarên ku Kurd lê dijîn, wek Kobanê, Minbic û Qamişloyê, xizmetguzariyên bingehîn hatine qutkirin û binesaziya wan zirar dîtiye.   Behsa koçberî, kêmbûna xwarinê û pirsgirêkên tenduristiyê kir û bal kişand ser rewşa sivîlan, bi taybetî li Kobanê ya dorpêçkirî.   Parlamenta Ewropayê, daxwaza vekirina korîdorên mirovî yên daîmî û ewle ji bo deverên dorpêçkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî Kobanê, kir.   Parlamenta Ewropayê daxwaz kir ku rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî bêyî cudakarî bikaribin bigihîjin deverên hewcedar.   Parlamenta Ewropayê, daxwaz ji YE’yê û welatên endam kir ku alîkariya mirovî û piştgiriya derûnî, bi taybetî ji bo jin û zarokên keç, zêde bikin. Her wiha daxwaza parastinê ji bo parêzvanên mafên jinan û rêxistinên civakên sivîl ên bi pêşengiya jinan kir.   Divê Tirkiye çarseriyê neke xetereyê   Di biryarnameyê de her wiha ev bang li Tirkiyeyê hat kirin: "Ji Tirkiyeyê û aktorên din ên herêmî tê xwestin ku ji çalakiyên leşkerî ku îhtîmala çareseriyê bixe xeteriyê û piştgiriya komên çekdar ên ku dê agirbest û ewlehiya sivîlan bixin xeterê dûr bisekinin. Êrişên Tirkiyeyê yên li ser bajar û parêzgehên ku piraniya wan Kurd in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne şermezarkirin. Divê hikûmeta Tirkiyeyê tavilê destwerdana leşkerî rawestîne û rê bide danûstandinên aştiyane di navbera hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û HSD’ê de. Komîsyon bang li Xizmeta Karên Derve ya YE û dewletên endam dike ku di danûstaninên dualî yên bi hikûmeta Tirk re li ser destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bisekinin. Divê hemû rêkeftinên ewlehiyê li gorî qanûna navneteweyî bin, rêzê li yekparebûna axa Sûriyeyê bigirin û nebin sedema koçberiya bi darê zorê an jî guhertina demografîk."   Wêrekiya jinên Kurd bi nirx hat dîtin   Di biryarnameyê de behsa têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ’ê û bi taybetî jî biryardarî û wêrekiya jinan hat kirin.   Di biryarnameyê de wiha hat gotin:   "Tevlîbûna biryardar a hêzên Kurd di şerê li dijî DAIŞ’ê de û rola şervanên jin tê bibîr xistin; hevkariya bi Ewropa û hevpeymaniya navneteweyî re tê teqdîrkirin; cesaret û biryardariya jinên Kurd ên ku di bin zilma DAIŞ’ê de êş kişandine û li ber xwe dane tê silavkirin; ji rayedarên Sûriyeyê tê xwestin ku sûcên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve li dijî civaka Êzidî hatine kirin lêkolîn bikin; û destnîşan dike ku ji bo misogerkirina aramiya mayînde li Sûriyeyê, divê fedakariyên civaka Kurd, fikarên wan ên ewlehî yên rewa û temsîliyeta siyasî, di nav de parastina mafên jinan û beşdarbûna watedar a jinan di jiyana giştî de, werin naskirin.”   Ev biryarname ji Serokatiya Parlamentoyê re hat şandin da ku ji saziyên YE û aktorên herêmî yên têkildar re were şandin.