Îlham Ehmed: Divê pêvajoya li ser mîsogerkirina mafên gelan be 2026-02-14 17:54:04     NAVENDA NÛÇEYAN- Hevseroka Daireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed, diyar kir ku her pêvajoyeke siyasî ya domdar li Sûriyeyê divê li ser bingeha diyalogê û garantiyên mafên hemû welatiyên Sûriyeyê, pêk were.   Di posteke li ser platforma "X" de, Îlham Ehmed nivîsî: "Hevdîtina me ya îro bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re, bi amadebûna General Mazlûm Ebdî û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed El Şêbanî, li Kongreya Ewlehiyê ya Munchenê, girîngiya hevkariya navneteweyî ji bo piştgiriya aramiya li Sûriyeyê nîşan dide."   Hevseroka Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Emed wiha anî ziman "Divê her pêvajoyeke siyasî ya domdar li ser bingeha diyalogê, garantiyên mafên hemû welatiyên Sûriyeyê be, ji bo parastina yekîtiya welat û pêkanîna çareseriyeke siyasî ya berfireh."   Îlham Ehmed di dawiyê de got:"Em li gorî perpirsyariyên xwe yên neteweyî û fedekariyên gelê xwe, li ser dîplomasiyê û lihevkirinê xebatên xwe dewam dikin, ji bo pêkanîna aştiyek dadperwer û siberojeke ewle ji bo Sûriyeyê."