Ji bo Roja Zimanê Dayikê bernameya pîrozbahiyê 2026-02-16 22:10:59   ENQERE- Komeleya Çandê ya Başakê, ANKA-Der û Navenda Çandê ya Anatoliyayê di çerçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bernameyeke pîrozbahiyê li dar xist.   Bi pêşengiya Komeleya Çand û Huner a Başakê û tevlîbûna Komeleya Ziman û Çandê ya Anakayê (ANKA-DER) û Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê di çerçoveya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Navenda Çandê ya Necip Fazil Kisakurek a navçeya Mamakê ya Enqereyê bernameya pîrobahiyê li darxist. Hevberdevka Komîsyona Çand û Ziman a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cemîlê Turhanli, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tevlî bûn. Li eywana bernameyê pankarta li ser “Statuya Kurdî perwerdehiya Kurdî” dinivisî hat daliqandin.   Di serî de mamosteyê ANKA-DER’ê Yilmaz Yildirimci axivî û destnîşan kir ku Kurd sedsalan in ji bo zimanê xwe têdikoşin û wiha got: “Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê Kurdan gelek berdêl dan. Hê jî Komara Tirkiyeyê zimanê Kurdî bi awayekî fermî qebûl nekiriye. Heta zimanê Kurdî di mekazagonê de neyê naskirin ne aştî pêk tê û ne jî çareserî dibe. Em dev jî zimanê xwe bernadin.”   ‘Divê girîngiyê bidin zimanê xwe û xwedî lê derbikevin’   Piştrê jî Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beşataş axivî. Meral Daniş Beştaş jî bi lêv kir divê zimanê Kurdî li her derê bê parastin û wiha axivî: “Desthilat ji bo zimanê me pêş ve neçe û neyê jiyîn gelek astengî derxistine. Em nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibinin. Divê zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê. Îro zarokên Kurd di dibistanan de neçarin ku bi Tirkî ferbibin. Pirsgirêka Kurd û zimanê dayikê ji hev ne cuda ye. Gelê Kurd ji bo hebûn û mafên xwe gelek berdêl dane. Divê girîngiyê bidin zimanê xwe û xwedî lê derbikevin. Em bi zimanê xwe bijîn. Xebatên komîsyonê tevî kêmasî û nebesiyan jî berdewam dike. Em ê jî heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Bijî têkoşîna zimanê Kurdî’   Hevberdevka Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partî Cemîle Turhanli jî destnîşan kir ku zimanê Kurdî di bin xetere de ye û wiha pê de çû: “Kujerê ziman bi qasî dewletên serdest em bi xwe ne jî. Ji bo zimanê me nemire divê em xwedî lê derbikevin. Qedera zimanan qedera netewan e. Bijî têkoşîna zimanê Kurdî.”   Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatin Kanat bal kişand ser zextên li ser zimanê Kurdî û got ku ji bo aştiyeke mayînde pêk were divê mafê zimanê Kurdî pêk were.   Piştî axaftinan Koma Anatoliyayê ya Şanoyê derket ser dikê. Bername bi helbest û strnan bi dawî bû.