OHD: Ji bo zimanê dayikê gavên qanûnî divê 2026-02-19 12:56:18   NAVENDA NÛÇEYAN - OHD, li gelek bajaran bi minasebeta 21'ê Sibatê daxuyanî da û got: "Hemû astengiyên hiqûqî û pratîkî yên li pêşiya bikaranîna zimanê kurdî divê werin rakirin ji bo ku kurdî azad û serbest be, gavên qanûnî û destûrî yên pêwîst divê bêyî derengketin ji aliyê TBMMê ve werin avêtin."   Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li gelek bajaran di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê daxuyanî dan.   Li Riha, Wan, Cizîra Şirnexê, Mêrsîn û Amedê li ber edliyê daxuyanî hatin dayîn û pankarta “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyî” hat vekirin. Her wiha piştî daxuyaniyê, nameyên ku ji hêla parêzeran ve hatine îmzekirin Serokê Parlamentoyê re hatin şandin.   Di metna hevpar a OHD'ê de wiha hat gotin:    "Hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û xwedî heman mafan in.    Zimanê kurdî nirxekî bingehîn ê mirovahiyê û yek ji sedemên sereke yên hebûna kurdan e. Ji ber vê yekê; tunehesibandin, qedexekirin, çewisandin, dorpêçkirin, bisînorkirin û hewildana ji bo ji holê rakirin û tunekirina zimanê kurdî ya bi rê û rêbaz û amûrên cihêreng sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê rastiyê divê zimanê kurdî, di serî de ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve; ji aliyê hemû sazî û dezgehên fermî û navneteweyî ve bi fermî were naskirin; bikaranîna wî di hemû qadên civakî û jiyanî de azad û serbest be.    Kurdî ne tenê amûreke ragihandinê ya rojane ye di heman demê de nirxekî jiyanî ye ku cîhana hestiyar, hilberîna ramanî û bîra civakî ya gelekî hildigire. Naskirin û parastina ziman di qada giştî de pêdiviya piralîbûna çandî, pergala civaka demokratîk û mafên mirovan e.   Wekî tê zanîn di sala 1999'an de ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve bi armanca piştgirîkirina cihêrengiya çandî û pirzimaniyê roja 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hatiye qebûlkirin û mafê zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê hatiye mîsogerkirin. Rêgeza ku hemû zimanên cîhanê li pêşberî hiqûqê xwedî mafên wekhev in divê ji bo zimanê kurdî jî pêk were.   Li ser vê esasê di pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê pêş dikeve de li ser encama daxwazên li jêr hatine nivîsandin mecbûriyeta dabînkirin û parastina hiqûqî ya van daxwazên ku Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di dîroka 15.08.2025'an de daye destpêkirin û ji bo îmzeya hemû hiqûqnasên li Tirkiyeyê vekirî ye, ji aliyê zêdetirî 2000 hiqûqnasan ve hatiye îmzekirin û anîn ziman.   Di vê çarçoveyê de:   * Divê zimanê kurdî bi fermî were naskirin û bibe xwedî statûyekê.   * Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê divê bibe zimanê perwerdehiyê.   * Hemû astengiyên hiqûqî û pratîkî yên li pêşiya bikaranîna zimanê kurdî divê werin rakirin ji bo ku kurdî azad û serbest be, gavên qanûnî û destûrî yên pêwîst divê bêyî derengketin ji aliyê TBMMê ve werin avêtin.   Em wekî hiqûqnasên ku îmzeya me li binê vê nivîsê heye bang li Meclisê dikin ku daxwazên li jor hatine kirin li ber çavan bigire û ji bo ku Kurdî bibe xwedî Statûya Fermî û bibe Zimanê Perwerdehiyê demildest xebat û sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bike."