'Têkoşîna jinên Kurd bandorê li hemû cîhanê dike' 2026-02-20 13:47:17   MÛŞ - Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna eşkerekirina deklarasyona 8'ê Adarê ya Meclîsa Jinan a partiya xwe de axivî û da zanîn ku têkoşîna jinên Kurd dimeşînin bandorê li tevahiya cîhanê dike û pêşengiya jiyaneke nû dike û got: “Gaveke berbiçav a herî girîng ya têkoşîna me pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Em hemî jinan vedixwînin ku vê yekê zindî bihêlin û berfireh bikin.”   Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li avahiya xwe ya Bajarê Mûşê bi beşdariya hevseroka xwe ya giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçarê deklarasyona 8ê Adarê Roja Jinan Cîhanê eşkere kir. Piştî ku Berdevka Meclîsa Jinan a DBPê Bêrîvan Bahçecî deklarasyonê xwend, Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî.   Çîgdem Kiliçgun Ûçar di axaftina xwe de anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd niha li hemû cîhanê belav bûye û bûye motîvasyon. Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku ew dê li dijî qirkirina li ser jinan ku li Rojava derketiye holê, di têkoşînê de biisrar bin û got: “Di êrişên li ser Rojava de dîsa jin kirin hedef û xwestin bi keziyê şervaneke jin atmosfereke tirsê çêbikin. Lê bi pêşengiya jinên Kurdistanê, hemû jinên cîhanê bersiva vê yekê bi honandina keziyan da û ev atmosfer veguherandin atmosfera azadiyê. Ruh û esasê têkoşîna jinê ev e.”   Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser îlankirina sala malbatê ya 2025an û bi bîr xist ku di vê sala malbatê de nêzî 400 jin ji aliyê mêrên herî nêzê wan ve hatin kuştin. Çîgdem Kiliçgun Ûçar da zanîn ku di van 24 saetên dawiyê de jî li Wanê, Aksarayê, Osmaniyeyê, Stenbolê û Gebzeyê 6 jin hatin kuştin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Sedema newekheviya di navbera jin û zelam de desthilata mêr û dewleta mêr e. Heqîqeta ku yekemîn hatiye reşkirin û tarîkirin, heqîqeta jinê ye û em dê li dijî vê yekê bibiryar têkoşîna xwe bidomînin. Di dîrokê de jî xuya ye ku jin heta niha pergala herî demokratîk û wekhev bi rê ve birine û niha jî têkoşîna jiyaneke wekhev û azad a ji bo hemû civakê dide. Sembola vê têkoşînê ya herî berbiçav jî Rojava ye.”   Çîgdem Kiliçgun Ûçar banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku em nêzîkî salvegera banga Aştî û Civaka Demokratîk dibin, gotina Birêz Ocalan a di peyama xwe ya 8ê Adarê de tê bîra me. Ocalan dibêje ‘Pirsgirêka jinan ji pirsgirêka Kurd girantir e.’ Weke jinên Kurd ku di vê têkoşînê de pêşeng bûne, ji erdnîgariya xwe dest pê kirine û bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ber bi tevahiya cîhanê ve dirêj bûne, em ê di têkoşînek ku gerdûnî dibe de pêşeng bin. Ez dixwazim bang li hemî jinan, bi taybetî jinên Kurd bikim ku têkoşîna azadî û wekheviyê dimeşînin. Têkoşîna ku em dimeşînin bandorê li tevahiya cîhanê dike û pêşengiya jiyaneke nû dike. Gaveke berbiçav a herî girîng di vê yekê de Aştî û Civaka Demokratîk e. Em hemî jinan vedixwînin ku vê yekê zindî bihêlin û berfireh bikin.”