Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Jin dê bibin dengê hev 2026-02-23 14:18:51   STENBOL - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di derbarê çalakiyên 8ê Adarê de li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî da. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş di şexşa Fîgen Yuksekdag de tevahî girtiyên jin silav kir û got: “Hevalên me yên SKMyî û tevahî girtiyên jin ne bi tenê ne. Em ê teta dawiyê bi hev re bimeşin.”   Ber bi 8ê Adarê de li Stenbolê çalakiyên jinan zêde dibin. Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî 8ê Adarê ji bo piştgiriyê bidin girtiyên jin û Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hatin gel hev û daxuyanî da. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên DEM Partiyê, aktivîstên TJAyê û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de pankarta “Têkoşîna Jinan ya yekpare nayê hefskirin” hat vekirin û diruşmên “Bijî berxwedana jinan”, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.   Di daxuyaniyê de ewilî Halîde Turkoglu axivî û ev tişt gotin: “Zext tu carî nikarin têkoşîna jinan hefs bikin. Em ê li girtîhan û derve jî li ber xwe bidin. SKM bi jinên gelê Kurd re li ber xwe dide. Em ê li her qadê dengê SKMê bilind bikin. Têkoşîna jinan bendan nas nakê. Jin dê bibin dengê hev.”   Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku têkoşîna jinan polîtîkayên zextan nas nakê û wiha axivî: “Îro hezaran jin ji ber têkoşîna azadiya meşandine, hatine girtin. Hevseroka me ya berê Fîgen Yukseldag ev 10 salan in girtî ye. Di şexsê Fîgen Yuksekdagê de ez tevahî girtiyên jin silav dikim. Hevalên me yên SKMyî û tevahî girtiyên jin ne bi tenê ne. Heta dawiyê em ê bi hev re bimeşin.”   ‘Em ji tevahî girtiyên jin re azadî dixwazin’   Parlamenter Çîçek Otlu jî diyar kir ku ew desthilatdariya mêrperest qebûl nakin û ev tişt got: “Em tevahî girtiyên jin re azadiyê dixwazin.”   Çalakî bi berzkirina diruşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.