Li Edeneyê tevî baranê şahiya Newrozê 2026-03-15 17:33:52   EDENE - Li Edeneyê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve şahiya Newrozê hate lidarxistin.   Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê, rexmê barana zêde ya li bajêr, şahiya Newrozê hate lidarxistin. Îro, li Taxa 19 Mayis a li navçeya Yuregîrê Newroz hate pîrozkirin. Di şahiya ku di bin baranê de pêk hat de, agirê Newrozê ji aliyê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ve hat vêxistin û li dora agir govend hate gerandin. Di pîrozbahiyê de bi domdarî dirûşmên "Şehîd namirin", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.   Di şahiyê de Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Yuregîrê, Zakîr Boran axivî. Boran bang li gel kir ku di 22’yê Adarê de li Şanoya Vekirî ya Mîmar Sînan beşdarî pîrozbahîya Newrozê bibin.   Herwiha Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr jî di axaftina xwe de Endamê Hevserokatiya PYD'ê Slih Muslim bibîr anî û bal kişand ser giringiya pîrozbahiyan û banga beşdariya Newroza navendî kir.   Pîrozbahî bi gerandina govendan bi dawî bû.