Li Elkê Newroz bi coş hat pîrozkirin 2026-03-26 13:41:48   ŞIRNEX - Li navçeya Elkê ya Şirnexê agirê Newrozê bi coş hate pêxistin û peyamek hate dayîn ku Newroza 2027'an dê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were pîrozkirin.   Li navçeya Elkê ya Şirnexê, Newroz bi slogana  "Newroza Azadî û Yekîtîya Demokratîk" hate pîrozkirin. Bi sedan kesên ji her temenî, her wiha nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdar bûn.   Qada pîrozbahiyê bi al û pankartên kesk û sor û zer hat xemilandin. Welatî, bi cilên xwe yên Kurdî, serê sibê ber bi qada Newrozê ve herikîn û bi govendê pîrozbahiyê dest pê kir. Beriya pîrozbahiyê, gelek caran slogana "Bijî Serok Apo" hate berzkirin.   Pîrozbahiyê ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, li ser navê Komîteya Amadekar Dayika Aştiyê Siyajîn Cin silavek ji bo Cejna Newrozê pêşkêş kir. Hevserokê bajarê Şirnexê yê DEM Partiyê Ramazan Uysal jî diyar kir ku ev Newroz, Newroza yekîtî û azadiyê ye.   Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, pîrozbahiyên bi heybet ên Cejna Newrozê yên li Botanê bi bîr xist û got, "Newroz ji bo me destanek e, çîrokeke qehremaniyê ye. Ev agir dê heta serketinê pêbikevê."   Agirê Newrozê bi dirûşma "Bijî Newroz" hate pêxistin.   Şahî bi govendê bi dawî bû.