Li Mêrdînê jinek bi awayekî birîndar hat dîtin 2026-03-29 17:32:28       MÊRDÎN - Welatiya bi navê M.A., li gundê Seffanê yê Dêrikê bi awayekî birîndar hate dîtin. Hat zanîn ku M.A. ji singê xwe birîndar bûbû û rewşa wê giran e.   Welatiya bi navê M.A., li gundê Seffanê yê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi wayekî birîndar hate dîtin. Hat zanîn ku M.A. ji singê xwe birîndar bûye. M.A. ku bi malbata xwe re dijî, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê. Hat zanîn ku xetereya li ser jiyana jina birîndar didome.   Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.