Civîna şandeya YPJ’yê a bi Wezîrê Parastinê re bi dawî bûv 2026-04-01 15:26:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo hevdîtinê li gel Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê çûbû  Şamê, vegeriya.   Di çarçoveya peymana 29’ê Çileya 2026’an a di navbera QSD û hukûmeta demkî ya Sûriyeyê de, îro , şandeyek ji Fermandariya YPJ’ê gihişt paytexta Sûriyeyê Şamê. Şandeya YPJ`ê bi Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê re hevditin pêk anî.   Li gorî agahiyên ku çevkaniyên ku şandeya YPJ’ê dane ajansa ANHA’yê mijara sereke ya hevdîtinê şêweyê beşdariya YPJ a nava artêşê ye.   Tê payîn ku şandeya YPJ`ê di derbarê hevditinê de daxuyanî bide.   Şande ji çar kesan pêk dihat:   Endamên Fermandariya YPJ Sozdar Hacî û Rohilat Efrîn   Fermandara ketîba Jin a Lîwaya Qamişlo Xalsa Ayêd   Berdevka Ragihandina YPJ Ruken Cemal.