Hejmara nû ya Komînalê derket 2026-04-02 11:27:02     NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Komînal di hejmara xwe ya duyemîn de bi manşeta “Modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê ye” derket.   Kovara Komînal ku meha derbasbûyî li Ewropayê dest bi weşanê kir, hejmara xwe ya duyemîn bi manşeta “Modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê ye” weşand. Kovarê weke ku berê ragihandibû, di sê hejmarên xwe yên destpêkê de Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk beş bi beş digihîne xwendevanên xwe.   Komînal hejmara xwe ya duyemîn bi giranî ji beşên 4. û 5. ên Manîfestoyê re veqetand. Di vê çarçoveyê de sernavên “Modernîte” û “Rewşa bi pirsgirêk a li Rojhilata Navîn û Çareseriya Modernîteya Demokratîk” ku ji beşên 4 û 5emîn ên manîfestoyê pêk tên, cih girtin. Di manîfestoyê de sernavên modernîteya kapîtalîst, netewe-dewlet, konfederalîzma demokratîk, modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk, civaka exlaqî û polîtîk, xweparastin, zayendîperestî, eko-endustrî û dîroka olan bi berfirehî dinirxîne.   Rojname bi giştî ji 20 rûpelan pêk tê. 15 rûpelên wê ji Manîfestoyê re hatin veqetandin. Her wiha di kovarê de bûyerên siyasî û nirxandin jî cih digirin. Di vê çarçoveyê de nivîsa Mûstafa Karasû ya bi sernava “Helwesta di Newrozê de hate nîşandan aqlê hevpar ê Kurdan e” hate weşandin.   Li ser bergê dawî yê Kovara Komînal jî helbesta bi navê “Newroz Nakem” a Ebdulla Peşêw hate weşandin. Helbest bi zaravayên Soranî û Kurmancî yên Kurdî hate weşandin.